Başaran 'kuştina bi wesayitên zirxî' xist rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'yî Ayşe Acar Başaran 'qezayên bi wesayitên zirxî' xist rojeva Meclîsê û li ser mijarê pirs li Serokwezîr kir.
Parlamentera HDP'yî Ayşe Acar Başaran 'qezayên bi wesayitên zirxî' xist rojeva Meclîsê û li ser mijarê pirs li Serokwezîr kir.
Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Ayşe Acar Başaran pêşnûme pirsek pêşkêşî Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim kir û bal kişand ser kuştina mirovên sivîl bi wesayitên zirxî.
Başaran got, "Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, roja 5'ê Mijdara 2017'an, wesayita zirxî ya leşkerî ya ji Fermandariya Jendermeyan a Bajêr a Êlihê bi rê ket, li ser rêya Êlih-Amedê li nêzî taxa Pazaryeriyê li otomobîla Bîlal Bardakçi ket. Jİ ber qezayê 3 leşker û welatiyê sivîl Bîlal Bardakçi yê di wesayita xwe de bû birîndar bûn. Tê gotin, ku rewşa tenduristiyê ya Bardakçi û eşkerekî krîtîk e."
'LÊKOLÎN HATE KIRIN; ÇEND SIVÎL MIRIN?'
Başaran ev pirs li Yildirim kir:
"Li ser qezaya 5'ê Mijdara 2017'an ku bi wesayita zirxî hate kirin, lêkolîn hatiye destpêkirin?
Ajokarê wesayita zirxî ya navborî, ji bo ajotina wesayitê perwede dîtiye û belgeyên xwe yên di vî warî de hene?
Qezaya bi wesayita zirxî ya 5'ê Mijdara 2017'an a li ser rêya Êlih-Amedê jî di navê de heta niha çend qeza bi wesayitên zirxî hatine kirin? Ji ber van qezaya çend kesan jiyana xwe ji dest dane û bir îndar bûne. Ji ber van qezayan çend sivîlan jiyana xwe ji dest dane?
Di navbera 1'ê Çileya 2010'an û 6'ê Mijdarê 2017'an de çend qeza bi wesayitên zirxî hatin kirin? Çend kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn? Der barê çend qezayan de lêpirsîn hate destpêkirin? Di encama lêpirsînan de der barê çend hêzên ewlekariyê de pêkanînên hiqûqî hatine kirin.
Di navbera 1'ê Çileya 2010'an û 6'ê Mijdara 2017'an de çend ji qezayên bi wesayitên zirxî li navçe û wargehên sivîlan rû dane?"