Baroya Parîsê xelat da sê parêzerên li Tirkiyeyê

Parêzer Ramazan Demîr, Ayşe Acînîklî û Selçûk Kozagaçli, ji aliyê Baroya Parîsê ve hêjayî xelatê hatin dîtin.

Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz da xuyakirin, ku Baroya Parîsê xelata "Prix de la conférence des avocats du barreau de Paris" a îsal daye parêzer Ramazan Demîr, Ayşe Acînîklî û Selçûk Kozagaçli.

Merasîma xelatdayînê wê îro danê êvarê bê kirin. Lê belê ji ber ku derketina derve li Demîr û Acînîklî hatiye qedexekirin, wê nikaribin tevlî merasîmê bibin.

Parêzer Ramazan Demîr destnîşan kir, ku ew xebatê li ser navê hempîşeyên xwe yên binçavkirî û li girtîgehan qebûl dike.

Her sê parêzer bi têkoşîna hiqûqî ya li dijî faşîzma AKP/Qesrê, tên naskirin.