Baluken: Operasyonên leşkerî dê pêvajoyê biqedîne!

Baluken: Operasyonên leşkerî dê pêvajoyê biqedîne!

Wekîlê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken opersyonên di vê dema ku di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de pêk tên de, didome bi tund rexne kir û got: “Ez operasyon ger wisa bidome dê pêvajoyê biqedîne. Ocalan hêj li ser metnên xwe yên pêşnûmeyê dixebite, biryara xwe ya dawî jî li gorî helwesta hikûmeta AKP’ê dê bide.

Pêvajoya ku bi pêkhatina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir, gelê Kurd erênî pêşwazî kir; lê dewleta tirk operasonên herî mezin ya derveyê sînor pêk tîne û niha li çend herêman opersyonên hewayî didome, ev jî fikaran zêde dike.

WINDAHIYA CAN DIBE KU PÊVAJOYÊ BIQEDÎNE

Wekîlê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken ji ANF’ê re axivî û fikarên xwe yên ji bo operasyonan anîn ziman: “Dema hevalên me nameya Qendîlê dibin, operasyonê hewayî pêk hatin. Di encama vê de temas dereng man.  Ev operasyon bi armanca îmhayê tên kirin.  Me agahî girt ku operasyon bi awayekî cidî tên meşandin û dem dirêj pêk tên.  Li vir ger wendahiya can çêbibe dê pêvajoy bixetime, biqede.”

DI BIRYARA BIRÊZ OCALAN DE HELWESTA AKP’Ê DÊ BI BANDOR BE

Baluken balkişand ser nameyên Ocalan û got: “Niha tiştên ku Birêz Ocalan pêşkêşkiriye, metnên pêşnûmeyê ye.  Piştî nêrînên qadên din û helwesta AKP’ê dê biryar bê dayîn.

Di derbarê biryarên Ocalan de operasyonên leşkerî dê cihekî girîng bigirin. Ji ber vê yekê divê AKP’ê guherînên qanûnî  û siyaseta demokratîk li ber çavan derbas bike.her wiha divê operasyonên leşkerî bide sekinandin.”

Baluken anî ziman ku, beşeke mezin a civakê xwedî hêviya aştiyê ye û got: “Em dixwazin hikûmet ji hemû hewldanên ku pêvajoyê dixetimîne dûr bikeve”