Baluken: Li Wanê daraz pêngava xwe ya yekemîn ya operasyonên qikirinê diavêje

Baluken: Li Wanê daraz pêngava xwe ya yekemîn ya operasyonên qikirinê diavêje

‘Qanûna Derbarê Pêşîlêgirtina Fînansmana Teorîzmê’ piştî ku ji aliyê Serokomar Abdullah Gul ve hat erêkirin, li Wanê ji aliyê dozger ve ji bo girtina 10 komeleyan îdianame hat amadekirin.  Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken bertekên tund nîşanê îdianmeyê da û wiha got: “Niha dema mirov li pêkanînê dinêrin, ev pêkanîn bi giştî pêngaveke yekemîn ya destpêkirina opersyonên qirkirina dij-demokratîk a nû ye.” Baluken xwest ku di serî de gelê Wanê û hemû gelê kurd xwedî li saziyan derkevin.

‘Qanûna derbarê Pêşîlêgirtina Fînansmana Terorîzmê’  derbarê karsazên kurd de hat amadekirin û BDP’ê wekê ‘Qanûna Qirkirinê û Baca Hebûnê’ bi nav kir û her wiha ku saziyên kurd û karsazên kurd hedef digire ji aliyê Abdullah Gul ve hatibû erêkirin. Piştî vê Dozgerê Komarê yê Wanê Canîp Cîhangîr der barê 10 saziyan k udi nava wan de komeleyên ku jin û zimanê kurdî jî hatibûn vekirin, bi hinceta ku girêdayê PKK’ê faliyetan dimeşînin bi daxwza ku bê girtin îdianame amade kir.

Dozger ku di îdianameyê de xwest komele bê girtin, îdianame li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye a Wanê hat qebûlkirin. Saziyên navê wan di îdianameyê de cih digirin wiha ne; Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên xwe wendakirin a Mezoptamyayê (MEYA-DER),  Komeleya Piştevanî û Hiqûqa Demokratîk a bi Xizmên Girtî û Hukumxwaran (TUYAD-DER), Komeleya Çand û Lêkolînê ya Zanistî a Pirsgirêkên Koçbriyê ya Wanê (Van GOÇ-DER), Komeleya Xwendekarên zanîngeha (YODER), Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD), Komeleya Welatiyên Azad a taxa Hacibekîrê, Komeleya Civaka Azad a Taxa Seyît Fehîm Arvasî, Komeleya Gelê Azad a Taxa Nû, Komeleya Pêşvebirin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER), Komeleya Gela a Demokratîk a Taxa  Akkopru.”

EM DI FIKARÊN XWE DE MAFDARIN

Cigirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken bertek nîşanê hewldanên dozger da û fikarên xwe yên ku qanûn di hevdîtinên lijneyên giştî de ye anî ziman û got: “Me gotibû bi vî awayî dê daraz û polîs bi qanûneke wisa berê xwe bidin hewldanên dijdemokratîk.  Me gotibû ev qanûn bi TMK’ê re bê meşandin dê texrîbatên cidî vebike.  Muhtemelen ev îdianame ji ber fîkarên me yên kum e behs dikir hate amadekirin. Bi taybet di demeke wisa ku nîqaşên muzakere û diyalogê tê kirin de, ev qanûn ket dewrê û ev jî mafdariya fikarên me derdixe  holê. Em di fikarên xwe de mafdar derketin.”

HIKÛMETÊ GOT DÊ DI HIQÛQA HUNDIR DE NEYÊ BIKARANÎN

Baluken anî ziman ku piştî rexneyên wan yên di Lijneya Giştî ya Meclisê de, hikûmetê gotiye ku dê ev pêkanîn di hiqûqa hundirîn de pêk neyê û got: “Ev di girtîgehên meclisê de jî tesbît kirîne.  Niha dema mirov lê dinêrin, xuyaye ku ev pêngava yekemîn  ya operasyonên qirkirina dij demokratîk a nû a darazê ye.”

DIVÊ GELÊ ME BERTEKÊN XWE NÎŞAN BIDE

Baluken destnîşan kir ku pêkanînên darazê yên Tikiryeyê ji referansên navnatewî nayên û got ev jî her tim gefê li hawira aştiyane ya civakê dixwe.  Baluken wiha got: “Di dema pêş de em dikevin pêvajoya muzakereyê û em dixwazin, di vê rê de sererastkirinên girîng bê kirin.  Li vî welatî wesayeta darazê , di êrîşên li dijî saziyên sivîl de bi ser bikeve, hikûmet jî bê helwest bimîne, fikara min ew e ku ev pêkanîn ji bo welat felaketek mezine. Di vê mijarê de divê gelê me li saziyên xwe xwedî derkevin û van saziyan nrixên gelê me derxistine holê. Di serî gelê Wanê û hemû gelê kurd divê peywira xwe bîne cih. Em jî wekê BDP’ê dê helwesta xwe nîşan bidin.