Baluken, deynê şaredariya Çewlikê pirsî
Baluken, deynê şaredariya Çewlikê pirsî
Baluken, deynê şaredariya Çewlikê pirsî
Parlamenterê BDP’ê yê Çewlîkê Îdrîs Baluken, pirsgirêkên şaredariya Çewlîkê anî rojevê û der barê mijarê de pêşnûmeyek pêşkêşî Wezarî Navxweyî kir. Baluken got ev 5 mehe xebatkar heqdestên xwe nagirin.
Baluken ji bo wezîrê Navxweyî Muammer Guler bersivê bide pêşnûmek der barê pirsgirêkên şaredariya Çewlikê de da. Baluken got şaredarî di warê xizmetê de bi pirsgirêke û got bi bacên ku ji gel digirin û butçeya ku navenda şaredariyan ji wan re vediqetîne divê ji bo fêdeya cemawerî bikarbîne.
Baluken ev pirs ji Guler pirsîn:
Şaredariya ku ji 2009’an şaredarî dewr girtiya deynê wê çiqaese? Di di van rojan de, deynê wê bi giştî çiqase? Di nava vî deynê de yên kesane û yên saziyê para wan çiqase?
Di 2012’an de ji bo pêşwazîkiri, xwarin, dawet, kulîlk, afîş û eşantiyon û merasima vekirinê çiqas pere çûye?
Der barê şaredariya Çewlikê de kar û barê heczê hatiye kirin an na? di vê mijarê de ger hebe deynê wan çiqase? Deyndarê ku/kê ne?
Deynê prîmên ewlehiya civakî ya şaredariyê çiqase? Ji ber vî deynî hecz hatiye kirin an na?