Balafirên şer ên rejîmê li Reqayê dibistan bombebaran kirin

Balafirên şer ên rejîmê li Reqayê dibistan bombebaran kirin

Hat ragihandin, li bajarê Reqayê balafirên şer ên Rêjîma Sûriryê dibistana asta amadeyî ya beşa bazirganiyê bombebaran kirin. Hate gotin ku di encamê de 12 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.

Balafirên şerê ên Rêjîma Baas dibistana asta amadeyî ya beşê bazirganiyê bomhebaran kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku 12 xwenedekaran di encama bombebaranê de jiyana xwe jidest dane û gelek birîndar bûne. Hate gotin ku rewşa hin ji birîndaran xetere.

Ev demek hêzên Sûriyê xwe ji bajarê Reqayê vekişandiye û bajar di destê tabûrên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de ye. 

Her taxek ji Reqayê di bin destê tabûrekê de ye.

Li taxên kurdan ên Reqayê jî Eniya El-Ekrad bi bandore û parastina taxan dike.