Bagera Cizîrê berdewam dike -GOTAR
Gotara Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ya ku ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nivîsiye..
Gotara Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ya ku ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nivîsiye..
Aqilê ku dixwaze eniyên dî yên nû li eniyên şer yên heyî zêde bibin, ku jixwe eniyên şer têra xwe hebûn, aqilekî wiha ye ku bi pey berjewendiyan ketiye. Ji bo vê jî gelek derdor hene ku dixwazin di navbera QSD’ê û rejîma Sûriyê de şer derkeve û eniyeke nû çêbibe. Ev derdor dixwazin ku şerekî nû derkeve û ji bo ku di navbera QSD û Rejîma Sûriyê de eniyeke nû vebe hewl didin.
Mirov ji bo ku ji zilma DAIŞ’ê xilas bibin hawara xwe digihînin QSD’ê. Çemê Firatê di navbera hêzan de weke sînorekî sirûştî xuya dibe. DAIŞ bi rengekî har bûyî bi wesayitên bombekirî û bombeyên xwekuj êrîşê tîne. Bi van êrîşên bi ser gelê sivîl de, komkujiyên mezin bi ser wan mirovan de tîne ku ji zilma Esad reviyane. Gel naxwaze li wan herêmên bi kontrola rejîmê bimîne ji ber ku ji komên bi ser rejîmê ve gelek zilmê dibînin. Siyaseta li vir wiha ye ku agir bera xakê didin û cihên ku lê dijîn dikine dojeh.
Ji bo vê jî gelê sivîl xwe li herêmên bi kontrola QSD’ê digirin. Ev ne rewşeke normal e. Li gel her cure propagandaya reş a li ser QSD’ê jî, gelê Sûriyê hawara xwe digihîne QSD’ê û xwe li wê digire. Di serî de Idlîb gelê li herêmên dî jî banga hawarê li QSD’ê dikin. Ev helwesteke pir watedar e. Divê mirov weke tiştekî normal, ji rêzê, biçûk vê nebîne. Ev vegotina şoreşeke mezin e. Ev li dijî wan ên ku dixwazin vînê radest bigirin vîna gel e ku nîşan didin. Ev vîn îro berê xwe dide QSD’ê. Ji bo vê jî rejîm car caran gefan li vê vîn û hêzê dixwe, hevkarên wê jî nabêjin, gelo QSD’ê DAIŞ têk neşikanda, vîna wê nehatiba şikandin wê niha rewşa rejîm û hevkarên wê çi bûya. Qet vê pirsê bi bîra xwe nayînin.
Her wiha ya balkêş ew e her ku em behsa xwîşk û biratiya gelan û mafê wan ê sereke dikin ew bi rengekî dî bersivê didin. Dibêjin, ‘’mafê Kurdan ê Sûriyetiyê nîn e, ew tenê Kurd in û mafê wan jî yê kêmaran e.’’ Jixwe vê hişmendiyê Sûriye anî vê rewşê, ew ji kendalan werkir. Kurd jî li dijî vê taritiya mezin û di nav vê kaosê de bi projeya neteweya demokratîk çira vêxistin û li rêyên çareseriyê geriyan. Sûriye ji parçebûnê û bobeletê xilas kir. Lê ev mirov ji bo ku Kurd in daxwazên wan nayên qebûlkirin. Welatên cîran hatine Sûriye dagir kirine, Sûriyê parçe dikin,serê xwe ji wan re ditewînin. Ev çand bi salan hatiye çêkirin û ev çand serê xwe ji biyaniyan re, ji dijmin re ditewîne lê dijminê gelê xwe ye. Gelê ku vê dibîne xw li herêmên QSD’ê digire û rejîm jî pir ji vê ditengije û daxuyaniyên ku têkiliya xwe bi rastiyê re nîn in dide. Bi sed hezaran mexdûrê şer derbasî herêmên QSD’ê bûne lê Neteweyên Yekbûyî tenê bi rejîmê re dixebite.
Heta niha hem ji ber ambargoyê, hem ji ber qedexe û astengiya rejîma Sûriyê ti alîkarî ji penaberên herêmê re nehatiye şandin. Tê gotin rejîm nahêle alîkariya saziyên navnetewî were van herêman. Dibêjin,’’ bi deh hezaran penaberên sivîl bile bimirin, ne problem e bes bila alîkarî neçe ji herêmên bi kontrola QSD’ê re.’’ Ev hişmendî hişmendiyeke wiha ye ku dibêje, ‘’piştî min qiyamet e, heke ne ya min be bila ne ya ti kesî be.’’
A ku li Sûriyê tê jiyîn ev e. An ev rejîma Sûriyê wê biguhere an jî wê her kesî bixe nav agirekî. Ev rejîm nizane ku her tişt ne Îxvan e? Li Sûriyê 4 xet diyar bûn. Yek jê xeta klasîk a rejîmê ye, yek jê xeta muxalefeta paşverû ye, ku vê xetê xwe kire bin xizmeta hêzên dî. Yek jê ya DAIŞ’ê ye ku êdî ber bi dawî ve diçe. Xeta 4’an xeta Neteweya Demokratîk e. Sê xetên pêşî bi nîjatperestî, paşverûtî, înkar û hilweşadinê digihijin hev. Xeta ku weke xeta çaran tê pênaskirin, her kesî di bin yek banî de tîne cem hev, jiyan hevpar hînî her kesî dike, nakokiyên ku sedemên şerê navxweyî ye bi rêbazên aştî çareser dike, xeta neteweya demokratîk e. Ev xet pêşî li neheqiyê digre, serweriya kesekî an jî komekê red dike. Hevalbendiyê, hezkirinê di nav gelan de ava dike. Ji bo vê jî xetên dî û derdorên dî li pêşberî vê xetê şaş dibin.
Di vê xetê de Kurd, Ereb, Asûrî, Sûryanî, Tirmen, Ermen, Elewî, Sinnî, Êzîdî, Îsewî bi hev re dijîn. Xwestin vê cihêtiyê bikin sedema şer. Piştî Reqayê xwestin vê biceribînin.Li Reqayê ji bo ku hin tax hê nehatibû paqijkirin, li dijî QSD’ê ku nedihişt gel derbasî van taxan bibe gel tûj kirin. Heke QSD di vê mijarê de destûrê nede dixwazin li dijî QSD’ê serhildana pêşî li Reqayê bikin. Heke QSD bêyî ku qad were paqijkirin destûrê bide ku gel derbas bibe wê demê wê mirin çêbibe û QSD ji vê berpirs were dîtin. Ev hêz li benda fersendan in.