'Azadiya jinê dê bi Azadiya Ocalan pêk bê'
'Azadiya jinê dê bi Azadiya Ocalan pêk bê'
'Azadiya jinê dê bi Azadiya Ocalan pêk bê'
Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH), di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li gelek navendan mîtîng û şahî pêk anîn û Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin. Di mîtînga Pirsûsa Rihayê de Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, diyar kir ku jina kurd dê bi azadiya Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan azad bibe. Jinan li navçeyên Sîlopî Dêrik, Pirsûs, û bajarên Êlih, Sêrt û Mêrsînê şahî û mîtîng pêk anîn.
RIHA: Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH), di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li gelek navendan mîtîng û şahî pêk anîn. Aktivîstên DOKH, bi heman armancê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî li Qada Genim mîtîng pêk anî. Bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên netneweyî li Qada Genim a Newrozê kom bûn beşdarî mîtinga 8'ê Adarê bûn. Jin di lêgerînê re derbas bûn û hatin qada mîtîngê. Di mîtîngê de; Parlamentera BDP'ê ya Qersê û Endama Koordînasyona Lijyena KCD'ê Mulkiye Birtane, Xwişka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan Xwişka Serokê Konseya KCK'ê Murat Karayılan Xezal Karayilan, Hevseroka BDP'a Rihayê Leyla Akçan, Cîgira Şaedarê Pirsûsê Hulya Demîr, Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker jî di navde bi hezaran jin amade bûn. Jinan qada mitîngê bi rengê kesk, sor û zer xemiland. Dîsa zêdebûna alên DOKH û BDP'ê jî bal kişand ser xwe. Jinan pankarta "Bi rêxistinê emê barxwebidin, bi berxwedanê emê azad bibin" vekir û weneyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd vekirin. Dîsa pankarta "Em di riya Sakineyan, Rojbinan û Ronahiyan de ber bi azadiyê ve diçin" vekirin. Mîtînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re xwişka Ocalan Fatma Ocalan û xwişka Karayiyan Xezal Karayilan gel silav kir. Bi hezaran jinan jî bi siloganên "Bijî serok Apo", "Jin jîyan azadi", "Bi can bi xwin em terane ey serok" û "Şehit namirin" bersîv da jinan.
Ewil Leyla Akçan, Hulya Demir û Guler Koştî axaftnin kirin û Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, jî diyar kir ku jinan soz daye Sakine Fidan û Leyla û dê doza wan bilind bikin û wiha got: "DOKH Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan weki hevalê xwe, rêberê xwe û Serokê xwe dibîne û dinirxîne. Jin azadiya Ocalan ji xwe re weki rol û peyvir digire dest.
Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, diyar kir ku jina kurd dê bi azadiya Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan azad bibe. Bîrtane jî bal kişand ser qetilkirina 3 jinên kurd û wiha got: "Me soz daye wan ku me doz û têkoşina wan berdewam bikin. Têkoşîna Tevgera Kurd bi hezaran tekoşerên jin ên kurd ava kir. Azadiya Jinan ancak bi Azatiya Ocalan pêk bê. Jina kurd dê bi azadiya Ocalan bigêje armanca xwe. Yekitiya gelê kurd dê yekîtiya gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêk bîne. Ji mere dibêjin çekan berdin. Gelê kurd li hemberî zilma hezar salan rahişt çekan. Li dijî sedan komkujiyan çek hilda ser milan. Gelê kurd heta azadiya xwe bi dest nexe dest ji çekan berdane. Birêz Ocalan poreya yekîtiya Rojhilata navîn datîne holê. Em de heta dawî piştgiryê bidinê."
ÊLIH: Li Êlihê jî DOKH'ê bi tevlêbûna hezaran jinan miting pêk anî. Mîtîng diyarî 3 jinên kurd ên li Parisê hatin qetilkirin hatin kirin. Di mîtînga li Qada Komarê pêk hat de wêneyên 3 jinên kurd hatin vekirin. Qada mîtingê bi rengê kesk, sor û zer û alên DOKH'ê hat xemilandin. Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA qada mîtîngê dorpêç kir û li avahiyên bilnd sekman danîn. Jinan bi cilên xwe yên neteweyî qada mîtîngê zindî kirin. Jinan bi netoxên rengîn û mor Mor ezman qemilandin. Li qada mîtîngê pankartên "Sakine, Leyla, Fidan", "Dest nede vîna min", "Ji Ocalan re azadî" û ""Pirsgirêka kurd ne bi tecrîdê bi muzakereyê çareser dibe" û "Azadiya jinê azadiya civakê ye" vekirin. Jinan bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Di mîtîngê de Serokekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan, Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, aktîvîstên DOKH'ê, nûnerên KESK, Messi Tekstil jî di navde bi hezaran jin amade bûn. Mîtîngê bi rêzgirtin û axaftina vekirnê dest pê kir. Piştre hunermenda jin Zelal Gokçe derket ser dikê û strana "Sê jinên azad" stra. Endama Dayika Aştiyê Mentiat Çelik jî axaftinek kurt kir. Piştî axaftinê Yasemin Goksu, derket ser dikê û dowîzên "Dest ne de irada min" û "Ji operasyonên siyasi re na" rakir û piştre stran gotin.
Di mitîngê de Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, axivî û diyar kir ku mitînga 8'emîn e li heman qadê tevlî dibe û wiha got: "Em bi coş û heycan li benda 8'ê adarê ne. Em 8'ê Adar îsal ji 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin re diyar dikin. Pankartên ji bo Sakîne, Leyla û Fîdanê hatin amadekirin hatin qedexekirin. Li vê qadê bi hezaran Sakîne, Leyla û Fîdan hene. Çawakî Ronahî, Zekiye, Rahşan û Zîlan azad bûn dê 3 hevalên jî azad bibin." Ata, diyar kir ku ew daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin û wiha axivî: "Em daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan dikin." Ata, da zanîn ku heta jin azad nebe civak azad nabe.
Piştî axaftina Ata peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 8'ê Adarê hate xwendin. Piştî peyamê jinan slogana "Bijî Seroka Apo" berz kirin.
Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan jî axaftina xwe bi gotina "Min silavên Birêz Ocalan ji we hemûyan re anîn" dest pê kir. Buldan, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got, "Ew 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz dike. Heta jin azad nebe ne gel û ne jî civak azad nabe. Azadiya jinê azadiya vê erdnîgariyê ye'" Buldan, anî ziman ku ew dê ji kesên ziman û nasnamayan înkar dikin û Ocalan nasnakin wiha bêjin: "Tu kes nikare me ji nasname, çand û girêdana Birêz Ocalan ve vebiqetîn e. Bila vê yekê baş bizanin. Em gelê ji bi Birêz Ocalan têkoşînê dikin in. Heke pêdivî pêhebe bedel bê dayîn dê bidin. Di 23'yê sibatê de me bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Bi vê hecyan, rûmet û serbilindiya vê hevdîtinê ez hatim Êlihê û bi we re me. Di nav vê pêvajoyê de mayîn û perçeyekî vê yekê jî bi rûmet e. Lê gotinekî Birêz Ocalan heye. 'Ez di vê pêvajoyê de li benda piştgiriya hemû kesî me. Rewşenbîr, hûnermend, kurd, tirk û ermeniyan. Ez li benda alîkariya hemû kesî me. Ez li benda tevkariyê bidin pêvajoyê me' Çima vê yekê dixwaze. Ji bo pêşrojekî azad û Tirkiyekî demokratîk dixwaze. Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala zadiya Birêz Ocalan."
MÊRSÎN: Meclisa Jinê ya BDP'a Mêrsînê jî bi heman armancê li Qada Tirmil a Taxa Ozgurlukê mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka BDP'ê ya Mêrsînê Heybet Geçkîn, Endama Meclisa BDP'ê Muazzez Araç, endam û rêveberên BDP'ê yên şaredarî û bajar jî di navde bi sedan jin amade bûn. Jin serêsibê bicilên xwe yên herêmî li qadamîtîngê kom bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jin piştî lêgerina polisan derbasî qada mîtînê bûn. Li qada mîtîngê pankarta "Jin bi rêxistin di riya azadiyê de dimeşin", "Bi germahiya agirê bedena Sema 8'ê Adarê piroz be" û "Ji operasyonên siyasî re na" vekirin.
Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, di mîtînge de axivî û wiha got: "Ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin li herêmê 30 salin şer heye. Li Mêrsînê hem zarokên kurdan û hem ji zarokên PKK'iyan di şer de jiyana xwe ji dest didin. Malbatên kurd û tirk ên zarokên we di şer de winda kirine divê destê xwe bidin hev û bi hevre aştiyê bixwazin. Piraniya civaka Tirkiyeyê aştiyê dixwaze. Ev şer, şerekî qirêj e. Tu hêz nikare daxwaza kesên aştiyê diwaze rawestîne. Em bang li hikûmetae AKP'ê ji dikin û dibêjin roja aştî û çareseriyê ye. Di vê pevajoya ku di navbera Îmrali û dewletê de diyalogê dest pê kiriye bila operasyonên li qandîlê bi dawî bibe.
Em dibêjin tu fikr û ramanên ku Birêz Ocalan ji civakê veşêre tune. Hemû daxuanî û gotinen wî aşkere ne. Nhia hin dek dixwaze bi gotinên aloz pêvajoyê aloz bike. Lê divê her kes li hemberî van gotinan hişyar tev bigere.
SÎLOPÎ: Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH), di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li gelek navendan mîtîng û şahî pêk anîn. Aktivîstên DOKH, bi heman armancê li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê li avahiya BDP'ê Sîlopiyê civîna çapeenyê pêk anî. Di civînê de Aktîvîsta DOKH'ê Jiyan Demîr, daxuyanî da û diyar kir ku dê di 6'ê Adarê de li Sîlopiyê mîtîngê pêk bînin û bang li hemû jinan kir ku tev li mîtînga wan bibin. Demîr, diyar kir ku ew xebatên 8'ê Adarê diyarî 3 jinên kurd dikin û xwest bi lezgîn kujerên wan bên dîtin. Demîr, anî ziman ku dê di 3'ê Adarê de jinên şirnex û navçeyên wê biçin Roboskiye malbatan ziyaret bikin. Di 4'ê Adarê de li Cizîrê meşê pêk bînin. Di 5'ê Adarê de li Elkê şahiyê pêk bînin û di 6'ê Adarê de ji li Silopiyê mîtîngê pêk bînin. Jinan piştî daxuyaniyê bi ermanê li nava esnafan ji bo tevlêbûna mîtîngê belavok belav kirin.
SÊRT: Hevparên Platforma Jinan a Sêrtê jî beriya mîtînga bi hişyariya "Em dê xwe bi rêxistin bikin û di ber xwe bidin" ku sibê pêk bînin, amadeariyen xwe berdewam dikin. Platformê li billboardanr afiş daliqandin û belavok belav kirin. Endama Meclisa BDP'ê Rahşan Engin, diyar kir ku ew dê sibê li ser Rêya Dihê li Qada Newrozê mîtîngê pêk bînin. Engîn bang li hemû jinan kir û xwest tev li mîtîngê bibin.
WÊRANŞAR: Meclisa Jinê ya BDP'a Wêranşarê jî bi heman armancê li nava esnafan û kolanan li jinan qurnefil belav kir. Jinan bi belavkirina gul û qurnefilan roja 8'ê Adarê li jinan pîroz kir.
MÊRDÎN: Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî amadekariya mîtînga ku di 5'ê Adarêde pêk bê berdewam dike. Mîting dê di 5'ê Adarê de bi tevlêbûna Parlamentera BDP'ê ya Êlihê dê saet di 11.00'an de li Qada Cevizpinarê pêk bê.
WAN: Meclisa Jinê ya BDP'a Wanê jî li ber avahiya BDP'ê ya Wanê daxuyanî da. Endamên sazyiyên jinan û jinên BDP'î amade bûn. Endama Meclisa Bajar a Wanê Aynur Tarhan, daxuyanî da û bang li hemû jinan kir û xwest tev li mîtînga 4'ê Adarê pêk bê bibin. Jinan piştî daxuyaniyê di bin dorpêça polîsan de li esnafan qurnefil belavkirin.
Li navçeya Şaxê ya Wanê jî bi heman armancê aktîvîstên DOKH'ê yekem car şahiyek pêk anîn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Endamên meclisa jinê û endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê jî tev li şahiyê bûn. Jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî tev li haşiyê bûn siloganên "Bijî 8'ê Adarê", "Jin jiyan azadî", "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Di şahiyê de ji hemû jinan hat xwestin ku tev li mîtînga 4'ê Adarê ya Wanê bibin.
Li navçeya Westanê ya Wanê jî di pêşengiya DOKH'ê de li avahiya BDP'ê ya Westanê şahiyek hat lidarxistin. Jinan di şahiyêde xwarina ku li malê amade kiribûn li hev parvekirin û 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bibîr anîn. Jinan di şahiê de bê navber siloganên "Jin jiyan azadî", "Bijî serok Apo" ve "Ey şehît xwîna te li erdê namîn e" berz kirin. Şahî bi stranên koma muzîkê ya NÇM'a Wanê û Navenda Çandê ya Guldexwînê bi dawî bû.
GEVER: Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî jinên ku li avahiya BDP'ê kom bûn ji bo jinên girtî kart şandin. Jinan 95 qert ji jinên girtî re şandin û li ber Postexaneyê daxuyanî dan. Li ser navê komê Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Besna Dede, daxuyanî xwend û xwest zextên li ser jinan bi dawî bibe û hemû girtî serbest bên berdan.
KOP: Li navçeya Kopê ya Mûşê jî meclisa Jinê ya BDP'ê bi heman armance daxuyanî da. Jinan beriya mîtînga 5'ê Adarê ku li Termînala Otobusan pêk bê, 10 hezar belavok belav kirin û bang li jinan kir ku di 5'ê Adarê de tev li mîtînga ku saet di 12.00'anr de pêk bê bibin.
GIMGİM: Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî di pêşengiya DOKH'ê de bi sedan jin tev li meşê bûn. Jin li ber avahiya BDP'ê ya Gimgimê kom bûn û pankarta "Em dê xwe bi rêxistin bikin û diber xwe bidin, Em dê bi berxwedanê dawî li tundiya jinê bînin", "Em dê bi rêxistinê di ber xwe bidin û bi berxwedanê azad bibin" vekirin û silogana "Jin Jîyan Azadî", " Bîjî Serok Apo" heta ber Kargeriya Şaredariyê meşiyan. Li ser navê jinan Halime Coşkun daxuyanî da û komkujiya li ser jinê şermezar kir. Jin piştre tev li Şahiya Navenda Çandê ya Mordemê bûn.