Aydar: Referandûma li Kurdistanê di Newrozê de pêk hat
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, bang li her kesî kir ku di referandûma 16'e Nîsanê de biçin ser sindoqan û dawî li dîktatoriya Erdogan bînin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, bang li her kesî kir ku di referandûma 16'e Nîsanê de biçin ser sindoqan û dawî li dîktatoriya Erdogan bînin.
Aydar diyar kir, Erdogan ji bo siberoja xwe garantî bike Tirkiyeyê dixe nava referandûmê û got, eger bi ser bikeve wê dîktatoriya wî mayînde bibe. Aydar, bang li her kesî kir ku di referandûma 16'e Nîsanê de biçin ser sindoqan û dawî li dîktatoriya Erdogan bînin.
'ERDOGAN WÊ HÎN BÊHTIR BIBE DÎKTATOR'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, referandûma 16'ê Nîsanê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, pêwîstiya Tirkiyeyê bi referandûmeke bi vî rengî nîne. Aydar got, "Di demekê de ku ewqas pirsgirêkên Tirkiyeyê hene, pirsgirêkên aboriyê hene, pêkanîna referandûmeke bi vî rengî plana Erdogan e. Dixwaze ji bo şexsê xwe sîstemekê ava bike. Navê serokatiya bi tîpa Tirkiyeyê lê kirine. Kesek ji bo 5 salan tê hilbijartin û her tişt di nava lepên wî kesî de tê hiştin. Mekanîzmaya kontrolê nîne. Eger di sîstemekê de mekanîzma kontrolê tine be, ew sîstem ber bi dîktatoriyê ve diçe. Ji xwe di nava sîstema heyî ya parlamenteriyê de jî Erdogan erkên dîktatoriyê bi kar tîne. Hikmê xwe daniye ser her tiştî. Eger dengê erê bi ser bikeve wê hîn bêhtir dîktator bibe."
'ERDOGAN SÛC KIR'
Aydar bibîr xist, ev 15 sal in Erdogan desthilatdar e û wiha dewam kir: "Di nava vê demê de, ew û derdora wî ketin nava nelirêtiyeke mezin. Gelek sûc kir. Ji xwe ew jî bi vê dizane. Dosyayên 17-25'ê Kanûnê wê ji nû ve werin vekirin. Ev ne belasebeb in. Ewqas karên nelirê hatin kirin. Bi taybetî destek da komên selefî. Ev hemû sûc in. Bi referandûmeke bi vî rengî dixwaze rewşa xwe xurtir bike, garantî bike. Tayyîp Erdogan baş bi vê dizane; eger weke teqawîtekî ji wê qesrê derkeve, wê ya bikeve girtîgehê ya jî neçar bimîne bireve. Hewl dide pêşî li vê rewşê bigire. Lewma Erdogan dixwaze bi rêya vê referandûmê desthilatdariya xwe xurt bike. Lê ev yek bandorê li her kesî dike. Erdogan ji xwe li ser rêya Saddam, Mubarek û Esad e. Eger dengê 'erê' bi ser bikeve, wê her tişt bikeve destê kesekî û malbatekê. Wê bi rengekî kêfî welêt bi rê ve bibe. Ev yek tê wê wateyê ku wê hemû mûxalîfan bitepisîne, nehêle ku kes deng derxîne, nehêle mirovê laîk bi hêsanî bijîn, zexteke giran li Elewiyan were kirin û şerê li dijî Kurdan bê dijwarkirin."
'AKP WÊ PARÇE BIBE'
Aydar der barê serketina dengê 'NA' de got, "Bêguman eger dengê 'NA' bi ser bikeve wê desthilatdarî di cih de neguhere. Em nabêjin bila sîstema li Tirkiyeyê neyê guhertin, nabêjin ku em jê razî ne. Sîstema heyî ji xwe antî demokratîk e." Aydar destnîşan kir, ku sîstema Erdogan tîne hê bêhtir antî demokratîk û otorîter e û wiha dewam kir: "Yekî ku di referandûmê de têk çû be, wê di hilbijartinên din de jî têk biçe. AKP wê parçe bibe. Tifaqa bi neteweperest û MHP'ê re wê xera bibe. Di vir de wê hêzên demokratîk bi ser bikevin."
Zubeyîr Aydar bal kişand ser hovîtiya ku AKP li Bakurê Kurdistanê dike û got, "Eger dengê 'erê' bi ser bikeve, wê ev rewş girantir bibe. Erdogan wê bêje, 'polîtîkaya min hat erêkirin. Ez dikarim hê bêhtir bajaran xerab ikim, dikarim girtîgehan çêbikim'. Eger dengê 'NA' bi ser bikeve wê desthilatdariyeke qelsbûyî nikaribe li Kurdsitanê hovîtî û bêhiqûqiyê bimeşîne. Her tişt bi dilê wê nemeşe. Kurd jî wê di vê mijarê de nîşan bidin ku xwedî mafê gotin û biryarê ye. Dengê 'NA' yê li Kurdistanê ji bo me gelekî girîng e. Dengê 'NA' yê li bajarên Tirkiyeyê bêguman girîng e. Lê belê dengê 'NA' yê li Kurdistanê wê bibe rabûna li ber hilweşandina bajaran, kuştina mirovan, dagirtina zîndanan, girtina şaredariyan û girtina parlamenteran. Wê were wateya xwedîderketina li vîna xwe. Ji ber vê yekê divê gelê me biçe ser sindoqan, hem li welat hem jî li derveyî welat. Dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin. Weke tevger em bi vî rengî nêzî pêvajoyê dibin."
'GELÊ ME BI COŞEKE MEZIN DAKET QADAN'
Aydar der barê pîrozbahiyên Newrozê de jî got, "Kes ne li bendê bû ku gelê me bi coşeke bi vî rengî dakeve qadan. Lê belê Newrozê nîşan da ku Newroz e. Kurdan duh çawa Newroz pîroz kirin, îsal jî bi heman coşê pîroz kirin. Tevî hemû zext û zordariyan jî mesajek ji her kesî re hat dayîn. Ev yek wê sibe bandorê li sindoqan jî bike. Ya rast, Kurdistanê referandûma xwe kir. Ya ku niha divê were kirin, birina ser sindoqan a gel e."
'DIVÊ DI REFERANDÛMÊ DE PÊŞENGIYÊ BIKE'
Zubeyîr Aydar bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku biçin ser sindoqan û got, "Lazim e Ewropa pêşengiyê ji vê re bike. Dixwazim vî tiştî ji gelê me yê li Ewropayê re bêjim: 9 rojên li pêşiya me girîng in. Pêwîste her kes xwe li gorî van rojan plan bike. Li cihê lê ye biçe ser sindoqan û dengê xwe bide."