AvEG-Kon 5’mîn kongreya xwe li Frankfurtê li darxist
AvEG-Kon 5’mîn kongreya xwe li Frankfurtê li darxist
AvEG-Kon 5’mîn kongreya xwe li Frankfurtê li darxist
Federasyona Penaberên Bindest ên Ewropayê (AvEG-Kon) li Frankfurtê 5’mîn kongreya xwe li darxist. Kongreyê di şexsê Serkan Tosûn ê di pevçûna Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da û ji bo hemû kesên di oxira şoreş û sosyalîzmê de şehîd ketine bideqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Kongreya ku li Navenda Çanda Mezopotamyayê destpê kir, axaftina vekirinê Hevseroka AvEG-Kon Şafak Arabaci kir. Arabaci di axaftina xwe de got: “Serhildana netewa Kurd 30 salî ya bimaf û birûmet ku polîtîkaya îmhayê ya dewleta Tirk têkçûye, lê diyare ku dixwaze polîtîkayên îmhayê kûrtir bike û sinoran derbaz bike. Di heman demê de şoreşa Rojava ji bo gelên cîhanê ên bindest û têne perçiqandin hêvî û çavkaniyek ya berxwedanê ye.”
Li salona kongreyê endam û aktîvîstên AvEG-Kon ên li Ewropayê jiyana xwe ji dest dane û pankartên bizimanê Kurdî, Tirkî û Almanî ên “Hûn bixêr hatin 5’mîn Kongreya AvEG-Kon” û “Li dijî êrîşên Kapîtalîzmê xwe birêxistin bikîn, tekoşînê mezin bikîn”, alên SKB, Young Struggle, endamên AvEG-Kon, komele û federasyon, her wiha wêneyê Serkan Tosûn jî hate daliqandin.
Piştî di kongreyê de dîwan hate hilbijartin, li ser mijara êrîşên kapîtalîzmê û peywirên me ên rêxistin û tekoşînê nîqaş didomin. Kongre îro û sibe dê bi vekirina atolye û piştî wê bidiyarkirina xalên rojevê nîqaş bidawî bibin.