Atabey: Em personelên tenduristiyê yên gel in, ne yên dewletê ne

Atabey nerazîbûn nîşanî derxistina ji kar a personelên tenduristiyê da û destnîşan kir, ku ew ê bi ti awayî ji rêya xwe vengerin. Atabey got, eger pêwîstî pê hebe ew ê li nava malan, kolanan karê xwe bidomînin.

Hikûmeta AKP'ê ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê weke 'Xêra Xwedê' bi kar anî, bi biryarnameyan êrîşên giran bir ser qada cemaweriyê, Bi taybetî, bi qasî 50 hezar kedkarên tenduristiyê ji kar derxist. Zêdeyî 10 hezar 380 mamosteyen endamên Egîtîm-Senê ji kar hatin avêtin.

Hevseroka Şaxê SES'ê yê Amedê Selma Atabey li ser mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir, piştî 15'ê Tîmehê hiqûq, destûra bingehîn û demokrasî bi temamî ji holê hatin rakirin.

'JI BER KU EM KEDKARÊN TENDURISTIYÊ YÊN GEL IN, JI KAR HATIN DERXISTIN'

Atabey da xuyakirin, ku weke kedkarên cemaweriyê yên ji kar hatine avêtin, ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Şêwirmendiyê bidin û piştî rêyên hiqûqa hundirîn qediyan, ew ê berê xwe bidin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Atabey diyar kir, eger ev Pêvajoya hiqûqî di nava 3 het 5 salan de bidome, ew ê karibn li karên xwe vegerin û wiha dwam kir: "Em vî mafê xwe heta dawiyê dizanin. Lê piştî ku em vegeriyan, wê ewlekariya kar ji holê rabe. Ev zîhniyeta ku bi biryarnameyan em îxraç kir, wê ewlekariya kar ji holê rake, bi îdîaya 'tu baş nexebitî, performansa te nebaş we tevbigere. Li dijî van hemûyan em ê liq adan bin. Em ê xebatên xwe tevlî gel bimeşînin. Ji ber ku em ti carî nebûn personelên tenduristiyê yên dewletê. Ji ber vê yekê em ji kar hatin. Em kedkarên tenduristiyê yên gl in û em ê her tim xwedî li gel derkevin."

'HEWL DIDIN KURDAN LI QADA CEMAWERIYÊ TESFIYE BIKIN'

Atabey nerazîbûn nîşanî îxraçkirina kedkarên tenduristiyê da û anî ziman, ku tenduristî ne tenê li qada cemaweriyê ye, tenduristî li her qadê ye. Atabey destnîşan kir, ku ew ê li malan, li kolanan xizmetên te tenduristiyê bidin got, "Doktorê me wê dîsa doktor be. Hemşîreyên me wê dîsa hemşîre bin. Em ê biçin cem cîranên xwe, xizmên xwe, lê em ê dest ji pîşeyê xwe bernedin. Wê xizmeta me bidome. Kes wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng. Ya ku dewlet dixwaze bike, tesfiykirina Kurdan a li qada cemaweriyê ye. Ji ber ku weke kedkarên Kurd in, em bi Kurdî bi gelek nexweşên xwe daxifin û gelek pirsgirêkan çareser dikin. Lazim e gelê me xwedî li kedkarên xwe yên tenduristiyê derkeve.

Atabey ragihand, weke SES'ê wan ked, demokrasî, wekhevî û aştî danîne pêşiya xwe û destnîşan kir ku ew ê ti carî dest ji tenduristiya însaniyê eass digire. bernedin.