Asayîşa Hewlêrê li nûçegihanê Hawdemê xistin

Asayîşa Hewlêrê li nûçegihanê Hawdemê xistin

Nûçegihanê kovara Hawdemê Ehmed Sabir dema ku diçû teqîna li hember Asayîşa Giştî ya Hewlêrê bişûpîne ji aliyê hêzên asayîşê ve hate girtin, lêxistin û wêneyên wî jê birin.

Nûçegihanê kovara Hawdem Ehmed Sabir, ji bo agahiyan di derbarê teqîna îro li bajarê Hewlêr yê Başûrê Kurdistanê rûda de rabigihîne, li nêzî cihê bûyerê rastî lêdanek giran ya hêzên asayîşê hat. Her wiha hemû amêrên wî yên rojnamevantî hatin şikandin û desteser kirin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, rojnamevan Ehmed Sabir serbest hatiye berdan, lê wêneyên ku kişandine hemû hatine jêbirin.

Îro li bajarê Hewlêr yê Başûrê Kurdistanê di demjimêr 13:24 li dijî avahiya Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê bi du wesayîtên tejî teqemenî êrîş pêkhat û di encam de; li gorî daxuyaniya Asayîşa Herêmê 6 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan û 62 kes jî birîndar bûn.