Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker gundê Medîq Boxaz û Olaşlî yên rojavayê Minbicê bi dijwarî topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Medîq Boxaz û Olaşlî yên rojavayê Minbicê bi dijwarî topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker careke din gundên rojavayê Minbicê ku sivîl tê de ne, bi dijwarî topbaran dike. Artêşa dagirker bi taybetî gundê Medîq Boxaz û Olaşlî bi diwarî topbaran dike.
Di heman demê de balafirên şer ên artêşa Tirk li asîmanên gundên rojavayê Minibcê digerin.
Gundên ku niha ji aliyê dewleta Tirk ve tê topbaran kirin bi sedan welatî lê dijîn. Li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.