Artêşa Tirk ciwanek li ser sînor qetil kir

Artêşa dagirker a Tirk, ciwanê ji navçeya Mabeya ya Efrînê, dema ji Bakurê Kurdistanê vedigeriya Rojava, li herêma sînor ê nêzî gundê Îkidamê ya navçeya Reco qetil kir.

Ciwanê bi navê Arif Birîmo (17) ji navçeya Mabeta ya kantona Efrînê duh êvarê saet di 19.00ʹan de tevlî xwîşk xwe û 2 hevalên xwe yên dema hewil dan ji Bakurê Kurdistanê vegerin Rojava, ji aliyê arêtşa Tirk ve hatin gulebarankirin. Di encamê de Arif Birîmo jiyana xwe ji dest da.

Şêniyên gundê Îkidamê ya Raco dema dengê guleyan bihîstin, berê xwe dan sînor û cenazeyê Arif ji erdê rakirin. Bijîşkan destnîşan kirin ku gule yekser li Arif ketiye û xwîn gelek jê çûye, ji ber wê jiyan xwe ji dest daye.

Piştî dengê guleyan hat, welatiyên gundê Îkidamê yê Reco çûn ser sînor û cenazeyê Arif Birîmo ji erdê rakirin.

Artêşa dagirker a Tirk a her kesê nêzî sînorê ku di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de hatiye çêkirin bibin, dike hedef. Di encamê de bi dehan welatî bi guleyên leşkerên Tirk jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.