Artêşa Iraqê operasyona li ser sînorê Sûriyeyê berfireh kir
Hêzên artêşa Iraqê, dest bi operasyona bajarokê Rûmanê kirin ku li bakurê navçeya Qaîmê ye.
Hêzên artêşa Iraqê, dest bi operasyona bajarokê Rûmanê kirin ku li bakurê navçeya Qaîmê ye.
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî dest bi operasyona bajarokê Rûmanê kirin ku li bakurê navçeya Qaîmê ya li ser sînorê Sûriyeyê ye.
Li gorî daxuyaniya Heşdî Şabî ku li ser malpera wê ya înternetê hate weşandin, Heşdî Şabî û hêzên artêşa ıraqê danê vê sibehê dest bi operasyona bajarokê Rûmanê ya di destê DAIŞ'ê de ye, kirin.
Navçeya Qaîmê ku bi qasî 3 sal û 5 mehan di destê DAIŞ'ê de bû, 3'ê Mijdarê ji aliyê artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî ve hatibû kontrolkirin.