Artêşa Iraqê li Kerkûkê 13 kesên din jî kuştin
Artêşa Iraqê li Kerkûkê 13 kesên din jî kuştin
Artêşa Iraqê li Kerkûkê 13 kesên din jî kuştin
Artêşa Iraqê piştî li bajarokê Hewîcê bi dehan kes kuştin, ragihand ku 13 kesên “xwestin êrîşî noqteya kontrolê ya leşkerî bikin” hatine kuştin. Bi hefteyane li bajarokê Hewîceyê li dijî Malikî xwepêşandanên protestoyî lê tên kirin, di derbarê bûyera îro û mirinan de daxuyaniyên ne zelal hene.
Subayekî paye bilind daxuyaniyek da ajansa AFP’ê ya Fransayê û diyarkir ku, 6 kesên ku êrîşî noqteya kontrolê ya El Reşad ya dikeve başûrê Kerkûkê hatin kuştin. Li gorî heman rayedar, di êrîşa bi heman awayî ya li dijî noqteya kontrolê ya leşkerî 7 “êrîşkar” hatine kuştin.
Wezareta Parastina Iraqê jî parast ku, kesên li bajarokê Hewîca Kerkûkê hatine kuştin endamên El Qaîde û Baasî ne. Wezareta ku daxuyaniyek nivîskî weşand û got, artêşa Iraqê xwestiye kesên sûcdar yên êrîşî artêşê kirine binçav bike û îdia kir gelek kesayetên siyasî û meznên eşîretan xistine dewerê lê dîsan çi encam negirt. Wezareta ku îdia kir ku, “lê belê vana biçekan bersiv da”, gulebarana destpêkê xwepêşandana kir û hinek leşker kuştin. Di daxuyaniyê de ji yên êrîş kirin re got “zêdehiyên El Qaîde û Baasê.”
Bi heftiyane li bajarokê Hewîce yê girêdayî bajarê Kurdan Kerkûkê li dijî Serokwezîrê Şiî Nûrî El Malikî xwepêşandan çêdibin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, Hêza Operasyona Dîcelyê ku sala borî ji aliyê Malikî ve hate avakirin, li dijî bajarok operasyon da destpêkirin, di pevçûnên rûdayîn de bi dehan xwepêşandan hatin kuştin, bi sedan jî birîndar bûn.
Artêşa Iraqê ku agahî dan ajansên nûçeyan yên rojava dane diyarkirin ku, di pevçûnan de 26 yan 27 mirî hene.
Berdevkê çalakvanan Ebdul Malik El Cûbûrî daxuyaniyek da AFP’ê û got: “Dema ku endamên eşîrên herêmê bihîstin ku, êrîşî çalakiya rûniştinê kirine, mirî û birîndar hene, ji bo misîlemeyê êrîşî noqteyên kontrola leşkerî kirine.”
Çavkaniyekî ewlekariyê ya eyaleta Kerkûkê ku ji rojnameya Rûdawê re axivî da diyarkirin ku, Hêza Operasyonê ya Dîcleyê êrîşî bajarokê Hewîceyê kirin û got; “Armanca wan ew bû ku kesên di nimêja înê de çek bikaranîne binçav bikin.”
Heman çavkaniyê da diyarkirin ku, “Dema ku artêşa Iraqê di sînorê bajaroê de dest bi gulebaranê kir, di navbera welatî û artêşa Iraqê de pevçûna rû da. Di vê pevçûnê de 6 leşkerên Iraqê mirin û 11 jî birîndar bûn. Li ser vê yekê, artêşa Iraqê 50 welatî kuştin, zêdetirî 200’an jî birîndar kirin.”
Çavkaniyek din ya leşkerî ragihand ku, pevçûn didomin, wesayîtek ya Hammer aydê artêşê ketiye destpê xwepêşandanan. Ketin û derketina bajarok ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.