Artêşa Azad: Koalisyon nuneriya me ya siyasî nake

Artêşa Azad: Koalisyon nuneriya me ya siyasî nake

Piştî ku 13 rêxistinên ku di nava wan de Artêşa Azad, Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê, Eniya El Nusra jî hene daxuyanî dan û gotin ew Koalîsyona Hêzên Muxalefeta Suriyê qebûl nakin, her wiha ewê dewletek îslamî ava bikin, Fermandariya Giştî ya Artêşa Azad jî got ku koalisyon nuneriya wan a siyasî nake.

Yek ji Fermandarên Artêşa Azad Emar El-Wadî têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyaniya El Wadî di malperên înternetê de hate weşandin. Wadî diyar kir ku ew xwe ji Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalefeta Sûriyê vedikişînin. El-Wadî da zanîn ku sedema vekişîna wan têkçûna kesayetên di nava koalîsyonê de û Desteya Erkan ku Selîm Idrîs rêveberiya wê dike ye. El-Wadî destnîşan kir ku koalîsyona hatiye guhertin û bûye sedema mirina gelek sivîlan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî gelek tabûrên Artêşa Azad bang li fermandariya Artêşa Azad kirin ku xwe ji koalîsyona hêzên muxalefetê bikişînin Fermandariya Giştî ya Artêşa Azad biryar daye ku xwe ji koalîsyonê vekişîne.

Hate gotin piştî  yek ji fermandarên Artêşa Azad Selîm Idrîs û hin tabûrên din ên bi ser Artêşa Azad ve koma bi navê Heyet El-Erkan ava kirine û perspektîfên xwe ji Koalîsyona Niştimanî wergirtine, di navbera fremandarên tabûrên Artêşa Azad û Heyet El-Erkan de nakokî derketine û li ser vê yekê Artêşa Azad xwji koalîsyonê vekişandiye.