Altmaîer: Hatina Elmanyayê dikare li payebilindên AKP'ê bê qedexekirin

AKP, krîza bi Hollandayê re ji bo propaganda refearndûmê ji her alî ve bi kar tîne. Hikûmeta Elmanyayê jî hişyarî da, ku hatina vî welatî dikare li siyasetmedarên payebilind ên AKP'ê bê qedexekirin.

Serokê Daîreya Serokwezaretiyê Peter Altmaîer ê ji Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) ji organên medyayê Fûnke-Medîengrûppe re axivî û diyar kir, bikarneanîna mafên xwe yên ji ber qanûnên navneteweyî, nayê wê wateyê ku ew çavên xwe li AKP'ê digirin.

Altmaîer da xuyakirin, hikûmeta federal dikare mafê xwe yê qedexekirina hatina siyasetmedarên payebilind ên AKP'ê bi kar bîne û nerazîbûn nîşanî sûcdariyên ji aliyê Erdogan û AKP'ê ve tên kirin, da. Altmaîer destnîşan kir, ku qedexekirina gerê wê bibe 'rêbaza dawî'.

Serokkomarê Tirk Erdogan îdîa kiribû, ku Elmanya 'destekê dide terorîzmê' û qedexekirina mîtîngan ji aliyê şaredariyên hin bajaran ve şibandibû 'Nazîzmê'. Siyasetmedarên Elman jî bi rengekî tund nerazîbûn nîşanî van gotinan da bûn.

EYALETA SAARLANDÊ WÊ DESTÛRÊ NEDE MÎTÎNGÊN REFERANDÛMÊ

Li aliyê din, li eyaleta Saarlandê ku bi deh hezaran Kurd û Tirk lê dijîn, qedexekirina mîtîngên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ket rojevê. Serokwezîra Eyaleta Saarlandê Annegret Kramp-Karrenbaûer ragihand, ku hemû mîtîng û civînên li ser referandûmê yên li eyaletê dikarin bên qedexekirin.

AKP JI BO ALOZIYÊ MEZINTIR BIKE, PARLAMENTERAN DIŞÎNE

AKP, ku krîza bi Hollandayê re ji bo referandûmê gelekî bi kar tîne, balkêş e ku plan dike li gelek bajarên Elmanyayê mîtîngan lidar bixe. Li gorî Wezareta Karên Hundir, tê payîn Alîkara Serokê AKP'ê Nukhet Hotar roja Yekşemê bê Hambûrgê, ku beriya niha mîtînga Mevlut Çavûşoglû ya li vî bajarî hatibû qedexekirin.

Li Baden Wurttembergê jî, ku qedexekirina mîtîngên AKP'ê li bajarê Gaggenaû yê vî bajarî dest pê kir, derket holê ku payebilindên AKP'ê plana lidarxistin mîtîngan dikin.