AKP/Qesr li bajarê Nîce hate şermezarkirin

Polîtîkayên çavtirsandin û komkujiyê yên AKP/Qesr li Kurdistanê dimeşîne, li bajarê Nîce yê Fransayê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Bi vê armancê, bi dhan Kurdistanî li meydana Masena ya Nîce li hev civiyan û komkujî şermezar kirin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di çalakiyê de dirûşmên "Êdî bese ji qeyûmên li şaredariyan tên erkdarkirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kurdistanê", "Dîktator Erdogan", "Jin jiyan azadî", "Nabe çapemeniya azad were bêdengkirin" hatin qîrîn.

Siyasetmedarê Kurd Osman Îbrahîm li vir axivî û diyar kir, AKP a nikare xwe li berxwedana dîrokî ya li Kurdistnê ragire, bi polîtîkayên xwe yên qirêj û barbar, êrîş dike, lê ev polîtîkayên wê li pêşberî berxwedana bi rûmet a Kurdan pûç bûne.

Hat destnîşankirin, ku divê Kurdên li Ewropayê dijîn bi ruhê berxwedana Kobanê û Bakurê Kurdistanê dakevin qadan û li ber xwe bidin.

Di çalakiyê de her wiha ji bo şermezarkirina şîrketa Eutelsatê, bi sedan îmze hatin hevdan.

...