AKP li Stockholmê û Zurîhê hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê ji aliyê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ve tên protestokirin. Li Swêd û Swîsreyê jî Kurda daketin kolanan.
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê ji aliyê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ve tên protestokirin. Li Swêd û Swîsreyê jî Kurda daketin kolanan.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytext Stokcholm a Swêdî dijîn, êrîşên qirker ên AKP’ê li Medborgarplatsenê protestokirin.
Ayşe Goktepe daxuyaniya ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl, çapemenî û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêde re hatî şandin xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demekî ku operasyona Reqayê didiome de, êrîşkira dewleta Tirk ne tesadufe û bal kişan ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê nefesek hildin hatiye kirin. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û YE’yê hate kirin ku li dijî dewleta Tirk helwestên cidî raber bikin.
Ahmet Karamûş ê li ser navê KNK’ê jî axivî, piştî ku diyar kir ku wê têkoşîna xwe ya li dijî dewleta Tirk a ku bibomberdûmanê gerîla qetilkirin û çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Stockholmê qetlam kirin bidomîne bibîr xist û şûnde, daxwaz ji hikûmeta Swêdê kir ku li dijî dewleta Tirk bertekan diyar bike.
Nûnera Rojava ya Ewropa Sînem Huhammed jî bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a rexen kir û got: “Em şer ji bo gelê Kurd û hejar ê li Rojhilata Navîn dijîn şerê man û nemanê ye. Bi teqez em ê vî şerî bi ser bixin.”
Alîkarê Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gogu û Serokê CHAK a Rêxistina Mafê Mirovan a li Dijî Qirkirinê Azad Heydarî jî di çalakiyê de axivîn.
ZURÎH
Bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a bi piştgiriya PDK’ê ya li ser Rojava û Şengalê li bajarê Zurih ê Swîsreyê hate şermezarkirin. Li ser banga Civaka Kurd a Swîsreyê meş li Helvetîa Platzê hate lidarxistin. Ji derveyî Kurdisaniyan rêxisitnên çepên Tirkiyeyî û Swîsreyî bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn. Di axaftinên li ser navê Navenda Civaka Kurd a Swîsreyê hate kirin bal kişandin ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî êrîşan. Hat diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze hem şoreşa Rojav bi fetisîne û li aliyê din dixwaze DAIŞ’ nefes hilde, diyar kirin ku wê li dijî êrîşan li her qadê berxwedanê xurt bikin.