AKP ber bi 16’ê Nîsanê ve lez daye êrîşên qirkirina siyasî
Li Enqereyê 2 kes hatin girtin, li Amedê 12 kes û li Edenê jî 18 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin.
Li Enqereyê 2 kes hatin girtin, li Amedê 12 kes û li Edenê jî 18 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin.
Li Enqereyê 2 kes hatin girtin, li Amedê 12 kes û li Edenê jî 18 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin.
ENQERE
Li Enqereyê di 8-9'e Adarê de 13 xwendekarên Zanîngeha Enqereyê (AU), yên Kamp-sa Cebecî di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Xwendekarên hatibûn binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin. Piştî xwendekar sewq kirin xwendekar Emrah Bakir û parêzerê Stajyer Ali Can Sut, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Xwendekarek li dozgeriyê hat berdan û 10 xwendekar jî li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Xwendekar ji ber bûyerek di sala 2015'an de li Fakûlteya Hiqûqê pêk hatibûn hatibûn binçavkirin.
AMED
Li Amedê di saetên sibehê de polîsan bi hemwext avêtin ser gelek navnîşanan. Di operasyona çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hate lidarxistin de, piranî rêveberên rêxistinên civaka sivîl û rêveberên girêdayî KESK’ê 11 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de li 5 kesan digerin.
Di daxuyaniya çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komara Amedê ve hate kirin de, ““Y.K., E.U., O.G., M.R.B., M.S.B., M.B., O.D., S.P., M.E.M., M.V.A. ve H.E., ev 11 kesên ku guman li ser wan hebûn hatin binaçavkirin, ji bo 5 kesên ku tên lêgerîn xebatên tên meşandin. Her wiha têkildarî dewamkirina oparasyonê jî wê dide demê pêş de agahiyên berfireh bên dayîn.
Serokê Şaxê Şûbeya Amedê û Cigirê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî ji di nava kesên hatine binçavkirin de.
EDENE
Polîsan li Edeneyê bi ser gelek malan de girt û 18 jê zarok 38 kes binçavkirin. Polîsan li taxên Gûlbahçe, Daglioglû, Firat, Hurriyet, Barbaros û Şakirpaşa yên Seyhanê bi ser 40 navnîşanan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 18 jê zarok 38 kes binçavkirin. Polîsan kesên binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.