Adsiz: Li dijî qeyûm çalakiyên kuçeyan rewa ne

Hevserokê Şûbeya Mêrdînê ya ÎHD’ê Fevzî Adsiz got qeyûm desteserkirina vînê ye, li dijî peymanên navnetewî ye jî û diyar kir ne protesto, astengkirina vê sûc e.

Hevserokê ÎHD’ê ya Şûbeya Mêrdînê Fevzî Adsiz têkilî darbeya qeyûma a li ser şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê got, ‘’Dijî peymanê navnetewî ye ku mirov bala xwe bide ser lêprisînên berê û hevşaredar bi rengekî nelirê ji peywirê werin standin. Ev gavên wiha yên nehiqûqî tê maneya desteserkirina vîna gel. Biya me divê demildest dawî li vê nehiqûqiyê were. Divê şaredar kêlî beriya kêliyekê vegerin ser kar û barê xwe.’’

Adsiz her wiha diyar kir ti aliyekî deryasayî ya pergala hevseroktiyê tine û got, ‘’Nehiqûqiyek e ku rewşeke ku li meclîsa giştî tê bicihanîn dema ku li xwecih jî were bicihanîn ev bibe hinceta qeyûm.’’

 ‘NE YÊN KU DERDIKEVIN KUÇEYAN LÊ POLÎS SÛCDAR E’

Adsiz got li dijî qeyûm gel ji bo ku li vîna xwe xwedî derkeve derdikeve kuçeyan û çalakiyan dike, mafên xwe bi kar tînin û domand, ‘’Heke gel bi rengekî vîna xwe li sendoqê nîşan dabe û ev vîna gel bi rengekî nehiqûqî hatibe desteserkirin, protesto mafekî sirûştî û destûrî ye. Li gel ku di destûrê de mafekî wiha heye jî ya sûc ew e ku polis vê asteng dikin. Ev qas tundî û tehdeya ku polis li ser gel dikin diviya bihata cezakirin lê kesên ku mafê xwe bi cih tînin têne cezarkini .Ev bi temamî gavên antidemokratik in.’’

 ‘EM Ê BIKIN RAPOR’

Hevserokê Şûbeya ÎHD’ê ya ya Mêrdînê Fevzî Adsiz got ew ê hemû binpêkirina mafan bişopînin û got, ‘’Binpêkirinên heta niha bi çarçoweya yên ku serî li me dane em ê bikin rapor. Xebatên me yên ji bo vê didomin. Peywira me ya eslî ye ku em van gavan deşîfre bikin û par ve bikin.’’