Abdullah Gul 10’ê adarê li Swêdê ye

Abdullah Gul 10’ê adarê li Swêdê ye

Serokkomarê Tirk Abdullah Gul ku ji aliyê Qiralê Swêdê Gustavê 16’emîn ve hatiye vexwendin dê 10’ê adarê bê Swêdê. Gul dê tevî sê wezîran û şandeyek qelebalix  a karsazan ve bê Swêdê.  Li hemberî vê yekê saziyên sivîl ên Swêdê bê deng in. Komeleya Piştevaniyê û Çandê ya Swêd-Tirkiyeyayn bang kir û xwest binpêkirinên mafê mirovan ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bînin rojevê.

Serokkomarê Tirk Abdullah Gul ku ji aliyê Qiral Gustavê 16’emîn ve hatiye vexwendin, 10’ê adarê tê Swêdê. Gul dê di bernameya xwe de bi Qiral, Serokê Parlementoyê, rayedarên hukûmetê û karsazên Swêdî re bicive.

Her wiha, dê li Parlementoya Swêdê axaftinek bike û dê di bernameya xwe de li Stockholm û Zanîngeha Uppsalayê telvî konferansan bibe.

Her çendî demek kurt ji serdana Gul re maye, heta niha bernameya wî ji çapemeniyê re nehatiye aşkerekirin. Me jî serî li Berpirsên Çapemeniyê yên Wezareta Derve ya Swêdê da, lê bi hinceta ewlekariyê bernameyê aşkere nekirin. Hate gotin ku dê 8’ê adarê bernameyê ji çapemeniyê re aşkere bikin.  Tê diyarkirin ku ji bo çalakiyên protestoyî çênebin, bername heta niha nehatiye aşkerekirin.

Beriya niha jî Wezîrê Yekitiya Ewropa û Sermuzakerevanê Tirk Egemen Bagiş li Zanîngeha Stockholmê li rastî xwepêşandanekê hatibû û ji ber wê jî ji bo çalakî çênebin dê tenê kesên hatine vexwendin bikevin salana konferansê.

Li hemberî vê yekê saziyên sivîl ên Swêdê bê deng in. Komeleya Piştevaniyê û Çandê ya Swêd-Tirkiyeyayn bang kir û xwest binpêkirinên mafê mirovan ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bînin rojevê.