Însyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbolê rêze çalakî kirin
Însyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî li Stenbolê rêze çalakî kirin.
Însyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî li Stenbolê rêze çalakî kirin.
Însyatîfa li ser çalakiya xwe ev agahî da: “13’ê Tebaxê li dijî qereqola li taxa Kanarya ya Stenbolê bi bombeyên destan çalakiyek hatiye kirin. Piştre jî di nava qereqolê û derveyî qereqolê bi tîmên tevgera taybet û TEM’ê re şer qewimiye.
Ev çalakiya me bi awayekî ku ziyan negihêje sivîlan hatiye kirin. Lê li nêzî noqteya çalakî hate kirin polîsên ku du ciwan girtin lê dan û bi êşkenceyê destgîrkirin. Ti eleqeya wan du ciwanan ne bi çalakî û ne jî bi me re heye.
15’ê Tebaxê li Tûzla ya Stenbolê depoyeke ya hilberînê ya faşîst û 2 wesayîtên cihê kar ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin.
15’ê Tebaxê li Kuçukçekmece ya Stenbolê li taxekî ku faşîstên AKP-MHP’î lê zêde wesayîteke ya girêdayî ocaxa Osmaniyan hatiye şewitandin û îmhakirin.”