Însîyatîfa Zarokên Agir li çar bajaran gelek cih şewitand
Însîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Antalya, Bûrsa, Denîzlî û Kastamonûyê gelek fabrîqe û wesayît şewitandine.
Însîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Antalya, Bûrsa, Denîzlî û Kastamonûyê gelek fabrîqe û wesayît şewitandine.
Li gorî daxuyaniya Însîyatîfa Zarokên Agir wan di 17’ê Tebaxê de li Merkez Efendiya Denîzliyê çar cih şewitandine.
Di 18’ê Tebaxê de li Înegola Bûrsayê kafeyeke aîdî Tirkan û li Denîzliyê jî otomobîla kesekî faşîst şewitandine.
Di 19’ê Tebaxê de li Antalyayê li herêma sanayiya organîze fabrîqeyeke pergala hewaya cemidî û li Kastamonûyê jî fabrîkeyeke qalikên daran şewitandine.