Îdîanameya li ser 108 siyasetmedaran hate qebûlkirin
Îdîanameya têkildarî 108 kesan a ji ber "Lêpirsîna Kobanê" hate amadekirin, hate qebûlkirin.
Îdîanameya têkildarî 108 kesan a ji ber "Lêpirsîna Kobanê" hate amadekirin, hate qebûlkirin.
Îdîanameya "Lêpirsîna Kobanê" ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hate amadekirin, ji aliyê 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hate qebûlkirin.
Di îdîanameyê de, hevserokên giştî yên dîlgirtî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 108 kes bi îdîaya "xerakirina yekîtiya dewletê û yekparebûna welêt", "kuştina mirovan" tên sûcdarkirin.
Îdîanameya navborî piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hevserokê berê yê HDP'ê Demîrtaş kir hedef, hate amadekirin.