Çalakiya nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin di hefteya 255. de ye. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Heîlbronnê ne.
Raya Hasan, Arîf Çinar, Bekîr Hebdulxalik û Hîwa Hecî yên ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê hatin, nobeda vê hefteyê digirin.
Arîf Çinar li ser navê komê axivî û bal kişand ser girîngiya çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Çinar destnîşan kir, ku ev çalakî ji bo dilsoziya bi Oclaan û şehîdan re pêk tê.
DIVÊ DAWÎ LI ÎŞKENCEYA LI OCALAN TÊ KIRIN BÊ ANÎN
Arîf Çinar bang li saziyên pêwendîdar ên Ewropayê û gelan kir, bi taybetî ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê xwest, ku bi erka xwe rabe. Berdevkê komê xwest, derhal hevdîtin bi Ocalan re were kirin û li ser mijarê agahî ji gelê Kurd re bê dayîn. Çinar destnîşan kir, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê were rakirin.
Çinar diyar kir, girtina Ocalan li Îmraliyê tê wateya îşkenceyê û bang li rayedaran kir, ku tavilê dawî li vê îşkenceyê bînin.
Arîf Çinar ji saziyên Ewropayê yên weke Parlamenta Ewropa û Konseya Ewropayê xwest, daxwazên gelê Kurd bibînin û bi cih bînin.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', li qadeke ku saziyên Ewropayê; Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê, Parlamenta Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê lê ne tê lidarxistin, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bê navber dewam dike.