98 sal şûnde pismamên Suryanî û Misliman gihiştin hev

98 sal şûnde pismamên Suryanî û Misliman gihiştin hev

Yek ji qirkirina herî mezin a di dîrokê de pêk hat di sala 1915’an de li ser axa Osmaniyan di serî de li hemberî Ermeniyan, Suryanî, Êzdî, Keldanî Nesturiyan pêk hat.  Ev dîrok wek qirkirina ermeniyan bê bibîranîn jî, hemû gayrî musliman nisîbê xwe ji vê girt. Li gorî dîroknasên serbixwe, ev qirkirina bi pêşengiya Îttîhat û Terakkî pêk hatiye, mîlyonek ermenî û nêzî 500 hezar gayrî muslimî hatine qetilkirin.

Piştî her komkujî û qikirinê bi sedan çîrokên bi êş li pişt mane. Çîroka her kesekî bi tena serê xwe dibe mijara fîlm û romanekê. Yek ji van çîrokan ku di dema qirkirinan ku mîlyon û nîv kes hatin qetilkirin de, a du bira yaji malbata Bahdî-Shîpo ku li bajarên Ewropa û Amed-Mîdyadê dijîn û du pismamane.

Çîroka malbata Bahdi-Shipo di 1543'na de dest pê diek.  Piştî hikumdarê Mogolê, Tîmur herêmê îstîla dike, malbata Bahdî gundê xwe terk dike û diçin Mîdyadê bicih dibin.

Di sesala 18 û 19’an de ku ji ber ola her tim rastî zextên osmanî, bedirxanî û kurdên hevkar hatin jî, di 1915’an de rastî qikirineke mezin hatin. Drama Zeyto Hapsuno Shîpo ya ji malbata Bahdî ya Suryanî ku li

Mîdyadê bi cih bû û piştî sedsalan şûnde zarok û neviyên wî gihiştin hev, ji vê dîrokê dest pê dike. Zeyto Hapsuno Shipo di sala 1915’an de bi zorê ji bo Osmaniya leşkeriyê dike. Li eniya Rus a sîpera Sakikamişê dimîne.

Di heman dîrokê de biryara qirkirinê ji aliyê Osmaniyan ve tê dayîn û li Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin. Li Midyadê  bi organîzeya Mîhalmiyan û Kurdan, di serî de kurdê herêmê hemû gayrî muslim tên qetilkirin. Suryaniyên Mîdyadê li dijî vê qetilkirinê berxwe didin. Lê berxwedana wan 3 rojan didome. Di qikirina ku çek, kêr, satur û bivir tê bikaranîn de her kes dikeve nava hewldana ku malbata xwe rizgar bike.

Wek gelek malbatan, hevsera Shîpo, Latîfeyê jî keça xwe Verde (6), kurê xwe Silêman (4), dayika xwe Gamme û xwezurên wî Mekko (17) û Îsa (9) ji bo ji komkujiyê rizgar bibin li axur xwe vedişêrin. Piştî vê ji ber ewlehiyê li şikeftekê bicih dibin.   Piştî malbata Shîpo li şikeftê tên girtin. Hemûyan tînin ber mizgefta Nehroz ya Mîdyadê ku cihê ku mirovan lê qetil dikin. Xwesuya wî û Gamme û xwezuranê wî Mekko qirêka wan hat birîn. Yê biçûk Îsa jî tê xençer kirin û dibêjin qey miriye. Lê Îsa bi şev digihêje gundê Bacîn.  Êzdî wî vedişêre.  Jiyana xw li vir didomîne. 4 keçên wî çêdibin. Di 1976’an de li Mîdyadê jiyana xwe ji dest dide.

Latîfe jî dema dihat kuştin, dostê wan yê malbatî Hîsso Mehmedo dibêje: “Ev kesên başin, hevsera Zeyto Hapsuno ye. Wê nekujin.”

Keça wê Verde nayê kuştin. Direvînin gundê Derîndîb ya Mîhalmî lê dijîn ya ser iya Mîdyat-Gercuşê. Verdeyê didin jineke pîr. Çend sal piştî komkujiyê, Suryanî Barsawmo li gundê Derîndîb mutahitiyê dike û dema çîroka Verde dibihize, agahiyê dide Zeyto yê li Mîdyadê dimîne. Zeyto û Latîfe ji bo keça xwe bigirin diçin gund. Lê malbat nade.  Lê ligel hewldanan Verde digihêje malbata xwe. Verde ligel malbata xwe dijî û piştî dizewice diçe Qamişlo û kur û keçek wê çêdike. Piştre bi malbatî li Swêdê bi cih dibin. Di sala 2001’ê de jiyana xwe ji dest dide.

ZEYTO Û LATÎFE HETA MIRINÊ ZAROKÊN XWE YÊN WENDA NABÎNE

Zeyto û Latîfe ligel hemû tunebûn, zor û zehmetiyan mala xwe nûve datînin. Di sala 1918’an de keça wan Meryem çêdibe.  Di sala 1927’an de jî kurê wan Mekko tê dînê. Latîfe di 1928’an û Zeyto jî di 1967’an de ji ber êşa kurê xwe Silêman ku di qirkirinê de aqûbeta wî çibû nayê zanîn, wefat dikin.

Zarokên Mekko, bi salan ji bavê xwe dibihîzin ku kurekî wê bi navê Silêman wendaye û li ber çavên wî lekeyek spî heye. tenê tişta ku dizanin ev e ku Silêman wê demê bi lingên pêxwas li nava miriyan digeriya. Ne Mekko, ne jî xwişkên wî şopa Silêman nabînin. Malbat li Mîdyat, Qamişlo, London, Swêd, Alman û Amerîkayê belav dibe.

SILÊMANÊ WENDA MALBATEK MUSLUMAN XWEDÎ LÊ DERDIKEVE

Silêman  ji aliyê jineke kurd ve tê rizgarkirin û  dibin gundê Sîtî ya navçeya Omeriya Mêrdînê. Ev jina ku bi komên ku komkujî pêk anîn re hat Mîdyadê dema vî zarokê biçûk dibîne, hema vedişêre û mezin dike.

Silêman di temenê biçûk de şivantiyê dike.  Mezin dibe. Ji ber ku xizane kes keça xwe nadê. Ji keçikekê hez dike û direvîne.  Heta sala 1964’an cotkariyê dike. Hevsera wî wefat dike û di 1964’an de li gundê Koso yê sînorê Amed-Êlihê bicih dibe.

Li der dorê kesekî baş, dirust û cesaret tê nasîn. Li dijî axayan serî natewîne. Silêman du caran dizewice. 8 kur û 4 keçên wî hene. Di 1984’an de dimire. Heta dimire ji zarokên xwe re dibêje, dê û bavê min bibînin.

Kurê Silêman, Hasan di 26’ê Nîsana 2001’ê de, diçe mala Mekko û tenê havînan li Mîdyadê dimîne. Hasan dibêje: “Mekko bi hevsera xwe re, Hasan digirin malê. Hasan dibêje ji gundê Kose hatiye û ew bi eslê xwe Suryaniye û navê bavê wan jî Silêmane.” Hasan got li ser wesyeta bavê xwe çend caran hatiye Mîdyadê û lê tu tiştek nedîtine. Mekko jê re hinek çîrokê vedibêje.

MEKKO YÊ SURYANÎ Û HESENÊ MISLIMAN

Li vir hev û din nas dikin. Ev agahiya di demek kurt de digihêje hemû malbatên li welatên cuda dijî. Mekko û hevsera xwe Nîssanî vedigerin Ewropa. Zarokên wan destpêkê teredut dikin. Mekko û kurê xwe Zeyto tên gundê Koso.  Wêneyê mamê xwe dibînin. Li ber çavê wî lekeyek sipî hebû.

Testa DNA tê kirin. Her tişt diyar dibe. Diçe ser gora birayê xwe. Piştî salan du bira yek musliman û yek suryanî gihiştin hev. Zarokên Silêman jî heman hestan dijîn.

EM DIBIN ŞAHIDÊ PISMAMAN

Zarokên Mekko û Silêman tên cem hev. Kurê Silêman, Hesen Şener diyar kir ku ew cara yekemîn de pismamên xwe dibîne û got bav û kalên wan suryanîne û koka wan digihêje Mîdyadê û got: Xwişkek bavê min Verde heye.  apê min Mekko û Îsa hebûn. Me bi salan pirsî ev derket holê. Niha ola me cuda be jî, xwîna me eyniye.  Me daxwaza bavê min anî cih. Lê wî ev nedît.

Kurê Silêman, Mehmet Şener jî bi rondikên çavan hestên xwe anîn ziman û  got bavê wî êşên mezin kişandine.

Şamîran Îshak jî ku ji Stockholmê hat diyar kir ku ew gelek hestiyar bûye û got meta wan bi salan li birayê xwe Silêman geriyane lê tu şopek nedîtine.