870 koçberên din jî gihiştin Efrînê
Herêma Şehbayê jî di nav de 870 koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê xwe gihandin Kantona Efrînê.
Herêma Şehbayê jî di nav de 870 koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê xwe gihandin Kantona Efrînê.
870 koçber ku piraniya wan zarok, jin, kal û pîr in, vê sibehê derbasî Efrînê bûn. Koçberên ku ji herêmên Şehba û herêmên din ên Sûriyê bûn, ji ber kiryarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker û DAIŞ`ê reviyan.
Koçber di deriyê rojhilat ê gundê Qitmê ya navçeya Şera re derbas bûn, ev deriyê sereke yê ku koçber têre derbas dibin.
Koçberên hatine, ji herêmên Şehba (Bab , Ezaz û Soran ), Dêrhafir û Meskenê, her wiha ji Reqqayê, Dêrezor , Tebqa, Tedmor û Bokemal bûn.
Hin koçber derbasî herêmên din ên Sûriyeyê bûn û hin jî li herdu kampên Rûbar û Şehba ên kantona Efrînê hatin bicihkirin.
Desteya Karûbarên Civakî bi derfetên hindik destek û alîkariyê ji koçberan re pêşkêş dike, Rêxistinên Mirovahiyê jî ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberan re bê dengin.