4'ê Nîsanê li Essen û Hannoverê hate pîrozkirin

Ciwanên Kurd rojbûna 71'ê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Essen û Hannoverê pîroz kirin.

Li bajarê Essen û Hannoverê yên Elmanyayê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

ESSEN

Li bajarê Essenê ciwanên Kurd pankarta bi nivîsa "Freîheît fur Ocalan" daliqandin. Ciwanan dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriyan û bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Her wiha xwestin ku girtiyên siyasî hemû bên berdan.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, aktîvîstên JXK-YXK'ê li parka Leîbnîzê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Aktîvîstên YXK û YXK'ê bal kişandin ser tecrîdkirina Ocalan û bi vê armancê belavok belav kirin.