20 caran hate astengkirin

Yek ji sedema ku Tirkiye di rêza azadiya çapemeniyê de, di rêza 163’an de ye, pêkutî û sansura li ser çapemeniya azad e.

Duh bi şev jî malpera rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hate astengkirin. Malpera rojnameyê ev cara 20’an e ku tê astengkirin.

Piştî ku saziya mafê mirovan a bi navê Freedom House (Mala Azadiyê) rapora “Azadiya Çapemeniyê ya 2017’an” belav kir a ku tê de rewşa azadiya çapemeniyê tê analîzkirin û rewşa Tirkiyeyê hate destnîşankirin, astengkirina di warê çapemeniyê de jî zêdetir bû. Li Tirkiyeyê ya ku di warê azadiya çapemeniyê de di rêza 163’an de ye, pêkutiyên bêhiqûqî yên li ser çapemenî û xebatkarên çapemeniyê jî didome.

Malpera Ozgurlukçu Demokrasî berê 19 caran ji aliyê Saziya Teknolojiya Agahî û Têkiliyê hatibû girtin, duh bi şev jî malpera demokrasi18.com jî bi hinceta heman biryarê bo cara 20’an hate astengkirin. Bi vî awayî di hefteyekê de 5 navnîşanên rojnameyekê hatin girtin.