2 hezar termên din anîn Başûrê Kurdistanê

2 hezar termên din anîn Başûrê Kurdistanê

Her çendî demek dirêj bi ser qirkirina Kurdan “Enfalê” re derbas bû, lê heta niha hestî ji gorên komî tên derxistin. Wezareta Karûbarê Şehîdan û Enfalkiriyan a Başûrê Kurdistanê ragihand ku ji 55 gorrên komî yên li Iraqê 23 gorr hatine vekirin û piraniya vana Kurd in. Wezaretê da zanîn ku 2000 termên ji gorrên komî hatine derxistin anîne Kurdistanê.

Di dema deshilatdariya rêjima Baas ya ku salên 1963-2003 li ser desthilatiyê ma, de herî kêm 182 hezar keç, xort, jin, mêr, pîr û kalên kurd hatin qetilkirin an jî “Enfalkirin.” Heta niha jî hestiyên Kurdan ji gorên komî têne derxistin. Li hemberî hemû xebatên malbatan, hukûmet û rêxistinên Başûrê Kurdistanê heta niha gelek gorên wenda hene û nehatine dîtin.

Het niha jî hestiyên kurdan ji gorrên komî yên li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê derdikevin. Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê da zanîn ku 2000 hezar termên ji gorrên komî hatine derxistin anîne Kurdistanê. Ji Wezaretê Rêveberê Gorrên Komî Hoşyar Izedîn ji Pukmedia re ragihand ku li Iraqê 55 gorrên komî hatine dîtin, ji vana 23 hatine vekirin. Izedîn diyar kir ku piraniya vana Kurd in.

Weke cara yekemîn Parlementoya Iraqê sala 2008 Enfalê weke qirkirin qebûl kiribû û her sal 14ê Nîsanê qirkirina Enfalê li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cûda tên bîranîn. Tê payin ku Swêd qirkirina Enfalê bi fermî qebûl bike.

Herî dawî Parlementoya Swêdê komkujiya Enfalê ku rejima Sedam Huseyîn di navbera di salên di navbera salên 1980-90’an de de pêk anî û 182 hezar Kurd qetil kirin weke komkujî qebûl kir. Biryar di roja 5’ê Kanûna 2012 de li Parlementoya Swêdê di civînê de hate pejirandin. Bi vî awayî piştî Iraqê, Swêd bû welatê duwem yê ku Enfal weke komkujî qebûl kirî.