110 Ciwan beşdarî nav Meclîsa Leşkeriya Minbicê bûn

110 Ciwan piştê perwerdeya Akademiya Şehîd Faysal Ebu Leyla temam kirin, beşdarî nav refên Meclîsa Leşkeriya Minbicê bûn.

Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla 6′emîn dewreya perwerdeyê ya bi navê ″Dewreya 15′ê sibatê″ ku bi beşdariya 110 ciwanên bajarê Minbicê û gundewarên wê destpêkiribû, bi dawî bû.

Di şahiya bidawîkirina dewreyê de Fermandarên QSD′ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, amade bûn. Şahî bi merasîmekî leşkerî ve destpê kir. Piştre Hevserokê Komîteya Parastinê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê Ednan Ebû Emced axivî û bal kişand ser girîngiya parastina herêmê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete, bang li ciwanên Minbicê kir ku beşdarî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibin.

Piştre jî şervanan soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê û parastina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dan.

Şahî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.