Zulkuf Gezen hate bibîranîn: Em hay ji hêza xwe hebin

Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîda Îmraliyê çalakiyeke fedaî li dar xistibû, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Dema li dijî tecrîda Îmraliyê berxwedana greva birçîbûnê didomiya, di 16’ê Adara 2019’an de girtiyê siyasî Zulkuf Gezen di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê çalakiyeke fedaî li dar xistibû. Gezen li ser gora xwe ya goristana Yenîkoyê ya Baglara Amedê hate bibîranîn. Diya wî Havva Gezen, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag, Mûsa Farisogûllari, Semra Guzel û nûnerên MEYA-DER, TJA û Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî bibîranînê bûn.

‘BI SAYA WAN TECRÎD HATE ŞIKANDIN’

Hevseroka KCD’ê Guven diyar kir ku bi saya berxwedana Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Yonca Akici, Sîraç Yuksek û Mahsûm Pomay tecrîd hatiye şikandin. Guven got ku “Zulkuf û hevalên wî dizanibûn ku tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye û ji ber vê çalakiyek li dar xistin. Di şexsê rêzdar Ocalan de li ser hemû gel, jin û ciwanan tecrîd hebû.”

Diya wî Havva Gezen jî got ku “Bila êdî tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin. Bila Kurd li hemberî vê zilmê çavê xwe vekin. Zulkuf çû lê bila ciwanên wekî wî êdî nemirin. Êdî em bibin yek û em hay ji hêza xwe hebin.”