Zêdeyî 320 rojnamevanî ji bo yekîtiya Kurdan bang kir

Zêdeyî 320 rojnamevî bi daxuyaniyeke hevpar li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ji bo yekîtiya nava Kurdan bang kir.

325 rojnamevan û nivîskarên Kurd daxuyaniyeke hevpar weşand û li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo yekîtiya neteweyî bang kir. Di belavokê de hişyarî hate dayin, eger yekîtî nebe wê Kurd gelekî winda bikin.

'KURD ÊDÎ ÇARENÛSA LI SER WAN TÊ FERZKIRIN QEBÛL NAKE'

Di belavoka hevpar de wiha hate gotin:

"Welatê me bi sedan sal in di nava zext û zordariya hêzên alîgirê şer û dagirkeriyê de ye, bûye herêmeke talankirî. Lê belê tevî vê yekê Kurd li ser piyan man û ji bo hebûna xwe biparêzin bênavber li ber xwe dan. Gelê Kurd di vê sedsalê de jî li dijî polîtîkaya qirkirin û tunekirinê hebûna xwe diparêze û têkoşîneke bêeman dimeşîne. Lewma gelê me ku li dijî zilm û zordariyê gelek caran rabû ser piyan, mixabin her carê komkujî û Enfal li wan hate kirin.

Kurd di vê sedsala 21'ê de, neheqî û çarenûsa ku li ser wan tê ferzkirin êdî qebûl nakin. Ji ber vê yekê jî li çar aliyên cîhanê ji bo statuya xwe bi dest bixin têdikoşin. Lê belê rewşeke welê heye ku li pêşiya bidestxistina statuya gelê Kurd dibe asteng. Pêkneanîna yekîtiya neteweyî, bi gotina pêşiyan; ji bilî şerê birakujiyê nayê ti wateyê.

SERDEMEK DI NAVBERA MAN Û NEMANÊ DE

Îro dîsa em di demeke wisa de ne ku wê Kurd bixwe biryara hebûn an tinebûna xwe bidin. Sedsala 21’emîn fersendeke mezin avakiribû hem ji bo yekîtiya Kurdan, hem jî ji bo statuya di asta cîhanî de. Lê belê mixabin zordest û dagirker dixwazin careke din ev gel binax bibe û serê xwe raneke. Ji ber vê yekê êriş û dagirkerî û talankerî li ser axa me kêm nabe û serkêşiya vê jî dewleta Tirk dike.

Li dijî vê yekê pêwîst bû ku Kurd bibin yek û li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin, berxwedaneke yekrêz li dar bixin. Lê belê mixabin ev yek pêk nayê û Kurd careke din bi wendakirineke ku wê mohra xwe li sedsala pêşiya me bide re rûbirû ne.

Em weke rojnamevan û nivîskarên ku dixwazin xaka pîroz ji bin destê dagirkeriyê derkeve û welatê wan azad bibe bang dikin û dibêjin:

TÊKILIYA BI DAGIRKERAN XESAR DIDE KURDAN

Ev aloziya ku li Başurê Kurdistanê di nava hêz û layanên Kurd de rû dide xizmeta yek ferdekî Kurd nake. Divê tu hêz û hizbên Kurd bi dagirkeran re nekevin têkiliyên ku zirar didin hêz û hizbek din a Kurdan. Ev rewş tenê bi kêrî dijminên Kurdan tê û wan kêfxweş dike. Qet berjewendiya Kurdan di şerekî navxweyî de tine ye.

Kurd encax dema yekîtiya xwe pêk bînin dikarin bibin mirovên şanaz û bextewar di asta nav neteweyî de. Kurd, encax dema yekîtiya neteweyî sazkirin dikarin bibin hêzek mezin û dengê xwe ji bo qedera xwe bilind bikin.

Ji ber van sedeman em careke din bang li tevahiya partî, hêz û tevahiya civaka Kurd dikin û dibêjin; bila gelê me careke din bi wendakirinê re rûbirû nemîne û aloziya li Başurê Kurdistanê bi dawî bibe.

Em weke rojnamevan û nivîskarên navê wan li jêr nivîsandiye vê bangê bi tevahiya raya giştî re parve dikin."

Navên rojnamevanên ku piştgirî dane daxuyaniyê jî wiha ne:
 
“Abdulcelil Ürün, Abdulvahap Taş, Abdurrahman Gök, Abdurrezak Seçkin, Abîd Kar, Adnan Bilen, Agit Bağrıyanık, Ahmet Güneş, Ahmet Kahraman, Ahmet Kanbal, Ahmet Turhallı, Alan Miyş, Ali Binen, Ali Dağlı, Alî Mehmud, Ali Özşerik, Amara Yürek, Arîn Siwêd, Arjin Dilek Öncel, Asos Herdî, Aybüke Ediş, Aydin Yıldız, Aysel Tabak, Ayşe Güney, Ayşe Kara, Ayşe Newroz Oyman, Ayşe Yüksel, Aziz Köyluoğlu, Aziz Oruç, Bahattin Akhan, Barış Boyraz, Barış Polat, Basil Reşîd, Bayram Balcı, Bedran Dere, Bêkes Hemê Qadir, Bengîn Sîdo, Berat Çiftkuran, Berfin Karaman, Berhem Letîf Heme Salih, Beritan Canözer, Beritan Elyakut, Bêrîtan Sarya, Berîtan Zagros, Berivan Altan, Berîvan Elî Hisên, Berivan Kayi, Berivan Tintaş, Bêrîvan Xalid, Berna Kişin, Bêxal Qadir Reşîd, Bilal Gezer, Bilal Güldem, Botan Hisên, Burhan Ekinci, Cafer Tar, Cahit Mervan, Cahit Özbek, Camêr Marabî, Cefer Cefo, Celal Çwartayî, Cemal Çelkî, Cemal Turan, Cemil Uğur, Cemşîd Heyderî, Cengiz Özbasar, Ceylan Şahin, Cihan Bilgin, Cihan Ölmez, Ciwan Melle Îbrahîm, Ciwana Cuma, Cuma Daş, Cuma Mihemed, Çetin Altun, Deniz Babir, Deniz İke, Deniz Nazlım, Derya Ceylan, Derya Us, Deştî Berzewarî, Devran Toptaş, Dîcle Îto, Dicle Müftüoğlu, Dijwar Kirmashan, Dilan Babat, Dildar Aryen, Dilgeş Ruvanas, Dilyar Cizîrî, Dindar Karataş, Diren Yurtsever, Diyar Ehmed, Dr. Shlêr Qasim Husên, Durket Süren, Duygu Erol, Ehmed Balayî, Ehmed Mihemed, Ehmed Pelda, Ehmed Semîr, Ekrem Berekat, Elif Can Alkan, Emin Eren, Emîr Mihemed Talal, Emrullah Acar, Erdal Alıçpınar, Erdal Er, Erdoğan Altan, Erdoğan Zamur, Ergin Çağlar, Erhan Şeker, Erkan Gülbahçe, Esmer Tunç, Esra Solin Dal, Evîn Yûsiv, Eylem Akdağ, Eylül Deniz Yaşar, Eyüp Tan, Fahrettin Kılıç, Faruk Sakık, Fatma Çömlek, Fehim Işık, Ferat Mehmetoğlu, Ferhad Resûl, Ferhat Çelik, Ferhat Çelik, Ferman Mihemed, Fîlîz Zeyrek, Fîras Elo, Fuat Kav, Fuat Yaşar, Gökhan Altay, Gökhan Türkoğlu, Gözde Çağrı Özköse, Gülşen Koçuk, Günay Aslan, Habibe Eren, Hacı Bayram, Hakan Yalçın, Hakkı Boltan, Halide Güneş, Halil Baysoy, Halime Aktürk, Halit Ermiş, Hamdullah Kesen, Hamîd Dilbahar, Hamza Özkan, Hasan Akbaba, Hasan Orhan, Hayrettin Çelik, Hecî Rêkanî, Hekar Berfîn, Hêlîn Uzel, Hemîn Hesen, Hendrên Hewramî, Hesen Remo, Heval Arslan, Hoshyar Abdulrahman, Hüseyin Aykol, Hüseyin Dağ, Hüseyin Kalkan, İbrahim Bulak, Îbrahim Spîndarî, İdris Gürmez, İdris Kara, Îdrîs Sadîq, İdris Sayılgan, İdris Yılmaz, İlhami Erdoğan, Îsam Ebdullah, İsmet Kayhan, Jallane Neqşebendî, Kadar Îbrahîm, Kadir Güney, Kadri Esen, Karwan Resul Kerim, Karzan Alî, Kawa Nader, Kazım Polat, Kelsuma Alî, Kemal Alkaş, Kemal Dêrkî, Kemal Necîm, Kemal Reuf, Kenan Kırkaya, Kendal Cudî, Kheder Salah, Kibriye Evren, Komas Şabazî, Kosret Ahmed, Lazgîn Ehmed, Lence Xurshid, Leyla Ayaz, Lezgin Akdeniz, Lezgîn Îbrahîm, Luqman Guldivê, M. Zahit Ekinci, Mahir Üzmez, Mahsun Pehlivan, Medya Cebe, Medya Henan, Medya Üren, Mehmet Ali Ertaş, Mehmet Aslan, Mehmet Emin Mutlu, Mehmet Erol, Mehmet Şahin, Mehmet Şahin, Mehmet Şah Oruç, Mehmet Yıldırım, Memed Drews, Meryem Özgün, Mesûd Mihemed, Mexdîd Hacî, Mihemed Badilî, Mihemed Bişar, Mihsîn Ebdirehman, Mihsîn Osman, Mîrza Ronî, Muhammed Kaya, Müjdat Can, Murat Çiftçi, Murat Mang, Mustafa Yaman, Mustafa Yaman, Mustefa Alo, Münevver Karademir, Naci Kaya, Nafiye Bal, Nasyar Mistefa Elî, Nazenîn Hemed, Nazım Daştan, Nihat Kaya, Nihat Kutlu, Nişmiye Güler, Nizam Baran, Nurettin Buyuk, Nuri Akman, Nûrî Ebdurehman Umer, Oğur Ataş, Ömer Akın, Ömer Çelik, Ömer Tur, Osman Bulut, Osman Oğuz, Özgür Paksoy, Pervin Yerlikaya, Pêşrew Îsmaîl, Pınar Ural, Ramazan Ölçen, Ramazan Pekgöz, Rebaz Hesen Qadir, Rêkar Ehmed, Rênas Hajî Mihemed, Rênas Remo, Rençder Grawî, Rengin Azizoğlu, Reşad Sorgûl, Reyhan Hacıoğlu, Reza Menuçehri, Rıdvan Döner, Rizoyê Xerzî, Rojhat Bilmez, Ronî Nasir Kaya, Rudy Hamî, Sabri Bölek, Sabrî Silêvanî, Sadık Topaloğlu, Safiye Alagaş, Sait Özturk, Salman Gozelyuz, Saman Neqşebendî, Sarchin Salîh, Sebahattin Gültekin, Sedat Oktaya, Sedat Yılmaz, Seîd Osman, Selam Balayî, Selîm Ferat, Selman Aslan, Semiha Alankuş, Semra Turan, Sercan Yürek, Serdar Altan, Serdar Karakoç, Serhildan Andan, Sevim Sütçü, Seydi Fırat, Seyit Evran, Shaswar Mame, Shina Faiq, Sîdar Remo, Silava Bbdulrehman, Silêman Mehemed Ehmed, Sîma Birokê, Sîpan Silo, Suleyman Tawíl, Sultan Mercen, Süphan Can, Şadî Omer Îsmaîl, Şalaw Hesen Elî, Şiyar Kara, Taha Daban, Tariq Fatih Hasan, Tolga Güney, Veysel Işık, Veysi Işık, Xelîl Mistefa Ebdurrehman, Xidir Kurdistanî, Yara Mihemed, Yaşar Eroğlu, Yeko Ardil, Yeqîn H., Yusuf Özdemir, Zagros Berwarî, Zana Denîz, Zana Sîdî, Zekeriya Güzüpek, Zeki Erdem, Zemo Ağgöz Yîgîtsoy, Zeyneb Arkewazî, Zeynel Abidin Bulut, Zeynep Durgut, Zîrek Kemal, Ziwer Şêxo."