YRK: Em bi agirbestê dilsoz in, lê êriş bê kirin em ê bersivê bidin -NÛ BÛ

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) diyar kir ku komek ji cehşên dewleta Îranê kemîn danîn pêşiya hêzên wan, lewma şer qewimî. YRK'ê ragihand ku ew bi agirbesta heyî dilsoz in, lê eger êriş bê kirin di çarçoveya parastinê de wê bersivê bidin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişên vê dema dawiyê hatin kirin û şerê ji ber vê yekê qewimî daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di vê pêvajoya derbasbûyî de hêzên mêtînger û dagirker ên dewleta Îranê bi balafirên keşf, helîkopter, bi top û operasyon li beramberî hêzên me yên gerîla pêş xistiye. Di 18'ê Nîsanê de li herêma Dîwandere li gel helîkopteran dest bi operasyonê kiriye. Di vê operasyonê de girê Biharwend ku par girtibûn û ji ber demsala zivistanê berdabûn dubare girtiye. Hêzên me ji bo şer neqewime bi hesas nêzîkatî raber kirine.

Dîsa 21'ê Nîsanê li mintiqeya gundê Akçe yê herêma Merîwanê hin komên cahş ên dewletê li hemberî gerîlayên me kemîn danîn. Gerîlayên me ku wê demê li ser erka xwe bûn, bi kemînê hesiyan û di navbera hêzên me û cehşan de şer qewimî.

Di vî şerî de weke tê zanîn di serî de Şehîd Zîlan Pepûle, Şehîd Tolhildan û Şehîd Agir Ûrfa û di şehîdxistina dehan pêşmerge û însanên me yên welatparêz de kesên ku destê wan di xwîna van însanên me de bûne hatine cezakirin. Bi taybet cehşê bi navê Osman Cihanî, Nasir û cehşeke din ku me navê wî tespît nekir 3 cehş hatine kuştin û hin cehş jî hatine birîndarkirin.

Tevî êrîşên van çete û cehşên girêdayî dewletê, gerîlayên me ji bo şer rû nede bi baldarî nêzî pêvajoya agirbestê bûye. Piştî vê şûnde jî heta hêzên dewletê û komên cehş êrîşî gerîlayên me nekin, wê vê pêvajoya agirbestê bidomînin. Li beramberî hêzên ku êrîşê me dikin, di bingehê parastinê de em ê bersiva pêwîst bidin.

Di şer de ti windahiyên hêzên me çênebûn û bi saxlemî gihîştin cihê xwe."