YPS: Li Cizîrê li dijî hêzên şerê taybet ê AKP’ê çalakiyek hatiye lidarxistin

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, ragihand ku 25’ê Hezîranê li Cizîrê li dijî ‘Hêzên şerê taybet ên AKP’ê’ çalakiyek hatiya lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya YPS’ê hatî parvekirin, ev agahî hatin dayîn:

“Hêzên YPS’ê, 25’ê Hezîranê li dijî 4 nobedar û 2 polîsên ku di bin navê xebatên ewlekariya taxan de ku weke polîtîkaya sîxûriya nû ya AKP’ê xistiye dewreyê li Taxa Dagkapi ya Cizîrê dewriye digeriyan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di saet 00:30’ê şevê de dema ku nobedar û polîs li hev kom dibûn bi bombe û çekên ferdî bi awayekî xurt hatin lêxistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên hêzên şerê taybet ê AKP’ê nehate zelalkirin.

Piştî çalakiyê hêzên şerê taybet ên AKP’ê tax dorpêç kirin. Ev çalakî ji aliyê Tîma Şehîd Velî ve hatiye lidarxistin, tîma ku çalakî pêk jî anî bi sax û selametî gihiştin baregehên xwe.”