YPS-Jinê silav da Heftanînê: 9 polîs birîndar bûn

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever a YPS-Jinê li Şirnexê li polîsan da. Hate ragihandin ku herî kêm 9 polîs birîndar bûne. Yekîneyê, berxwedana li Heftanînê silav kir.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever a YPS-Jinê di çarçoveya "Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî, sîxurî û nokeriyê" li Şirnexê li dijî wesayiteke zirxî ya polîsên tîmên taybet a dagirker çalakiya sabotajê kir.

Yekîneya tolhildanê li ser çalakiyê ev agahî da:

"Endamên me yên yekîneyê di 13'ê Tîrmehê de saet 22:30'î li taxa Bahçelîevler a Şirnexê li kêleka stasyona kontrolkirina wesayitan a li jêrî Sîteya Pîşesaziyê, li dijî wesayita zirxî ya polîsên tîmên taybet ên dagirker bi teqemeniya ku ji berê ve li ser rê hatibû bicihkirin çalakiya sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de 9 polîsên tîmên taybet ên dagirker ên li nava wesayitê birîndar bûn. Hejmara polîsên hatin kuştin nehate zelalkirin. Polîsên dewleta Tirk a dagirker ên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Endamên me yên yekîneyê bi rengekî serketî ji herêmê derketin."

BERXWEDANA HEFTANÎNÊ HATE SILAVKIRIN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever a YPS-JIN'ê diyar kir, "Ev çalakiya me ji bo bîranîna hevrê Şehîd Esmer Devrîm Zerdeşt û Şehîd Nûcan Şerdoz hate lidarxistin ku di pêngava Cenga Heftanînê de li qada Şeşdarayê heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin, derbên giran li dijin xistin û şehîd bûn."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo berxwedana jinên ku li Heftanînê li dijî dewleta TC bi rengekî fedayî bedena xwe dikin sîper û xaka Kurdistanê li dijî dagirkeran diparêzin, em ê bi çalakiyên xwe yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bibin bersiv. Em ê dirûşma 'Her der Heftanîn' e li kolanan, taxan û qadan bixin meriyetê."