YPS: Hevrê Mordem bi berxwedanê şehîd bû

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê diyar kir 3’yê Mijdarê li navçeya Kayapinarê ya Amedê endamê YPS’ê Mordem Andok, nasnav Mûrat Çelîk di encama şer de jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê diyar kir endamê wan ê bi nasnav Mordem Andok, Mûrat Çelîk li Amedê jiyana xwe ji dest daye.

Daxuyaniya YPS’ê wiha ye:

‘’3’yê Midarê ber bi saet 04.00’an ve li taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinarê ya Amedê endame me yê YPS’ê dema ku li mala xwe, li gel malbata xwe bû bi ser malê de girtine. Piştî ku hevrêyê me Mordem malbata xwe sax û silamet ji malê derxistitye bi bombeyê destan û demanceyê bi polîsan re ketiye şer. Hevrêyê me Mordem Andok li dijî polîsên ku mal dorpêç kirin û ketine hundirê malê de 4 seatan bi serê xwe şer kiriye. Hevrêyê me Mordem Andok dema ku cebilxaneya wî diqede dijmin baskî xwe ve dikişîne, bomeya xwe bi xwe û polîsan de diteqîne û şehîd dibe. Çapameniya dijmin got 1 polîs hatiye kuştin û 10 polîs birîndar bûne. Ev ne rast e. Di vê çalakiyê de ku hevrêyê me Mordem bi lehengî şer kiriye, hijmara kuştî û birîndarên polîsan zêdetir in.

Dijmin windahiyên vê çalakiyê dinixumîne, ne rast e ku hevrêyê me Mordem zarokên xwe ji xwe re kirine mertal. Hevrêyê me Mordem piştî ku zarokên xwe ji mal derdixîne ketiye şer. Hêzên dijmin di dema şer de jî û piştre jî bi zanebûn li sivîlên derdorê reşandiye. Polîsên AKP’ê ya faşîst li vir hevjîn û zarokê wî yê 3 mehî birîndar kirine û hevjîna wî binçav kiriye.

Hevrê Mordem ji dema ku dest bi vê têkoşînê kirî û heta niha li her qadê bi çalakiyên ku kirî, dema ku li dijwariyan rast hatiye bi paş ve gav neavêtiye, hişmendiya ku berxwedan wê serfiraziyê bi xwe re bîne jiyanye û daya jiyîn.  Hevrê Mordem Andok di jiyana xwe de bi helwest û têkoşîna xwe tim bûye mirovê dozê, bi berpirsyariyên ku di nav têkoşînê de girtî ser xwe bûye xwedî hewldaneke mezin.

Hevrêyê me Mordem gotina ‘radestbûn dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê’’ li hemû kêliyên xwe neqişandiye, heta bi guleya xwe ya dawî bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye. Xwedî li mîrateya fermandarê mezin ê berxwedana Sûrê Şehîd Çiyager derketiye ku gotibû, ‘’encam çi dibe bila bibe wê bêhempa be’’. Em jî hevrêyên çekdar ên Mordem Andok  sond dixwin ku alaya berxwedanê ya hevrêyê me Mordem berz bikin û tola wî hilînin, di serî serê malbata hêja, welatparêz a Çelîk, serê hemû gelê me yê Kurdistanê sax be.’’

Agahiyên sicîlê yên endamê me yê YPS’ê wiha ye:

Nasnav : Mordem Andok 

Nav û Paşnav: Murat Çelîk

Cihê Jidayikbûn: 01.01.1983 Amed - Pasur

Cih û dema Şehadetê:  3'ê Mijdar 2017 Amed/Kayapinar”