YPS’ê têkildarî çalakiya Cizîrê daxuyanî da
Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê têkildarî çalakiya di 30’ê Cotmehê de ya li dijî qereqola polîsan a Cizîrê daxuyaniyek da.
Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê têkildarî çalakiya di 30’ê Cotmehê de ya li dijî qereqola polîsan a Cizîrê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya di malpera YPS’ê de wiha ye:
“Di 30’ê Cotmeha 2017’an saet di 20.30’an de yekîneyên me yên YPS’ê li dijî qereqola polîsan a taxa Nûhê ya Cizîrê ya bi ser Şirnexê bi bombeyên destan çalakiyek li dar xistiye.
Polîs dema hatin qereqola Lîseya Ataturkê û ji wesayîta zirxî ya Akreb peya bûn, yekîneyên me bi bombeyên destan li polîsan dane. Di vê çalakiyê de hejmara polîsên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin û piştî bûyerê 3 ambûlans hatine qadê. Piştî çalakiyê polîsan li dora taxê girtine û avêtine ser malên li taxê.
Ev çalakî ji aliyê yekîneya me ya bi navê Şehîd Çekdar hatiye kirin û endamên me yên YPS’ê bi selametî vegeriyane qadên xwe.”