YPG’ê têkildarî êrîşên Tirkiye û çeteyên wê daxuyaniyek da

Navenda Ragihandina YPG’ê, têkildarî êrîşên artêşa Tirk, çeteyên wê û çeteyên DAIŞ’ê yên li ser xaka Rojava daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya YPG’ya têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dariker, çeteyên wê û çeteyên DAIŞ’ê ya li ser malpera xwe ya fermî dayî wiha ye:

Di daxuyaniyê de ev agahî tê parvekirin: “Di dîroka 28.03.2017’an, di saetên nîvro de balafira keşfê ya artêşa Tirk li ser gundên Maranez, Vîla Qadi, Malikiyê û Belûnê yên girêdayî Efrînê geriyana. Piştî gera balafirê çeteyên girêdayî artêşa Tirk li heman gundan bi topên obus û tankan bombebaran kirin. Hêzên me jî bi awayekî hemwext bersiv dan êrîşê çeteyan. 

 Di dîroka 29.03.2017’an saet 24.00an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hewanan êrîş birin li ser gundê Maranez a girêdayî Efrînê. Hêzên me jî li ser esasê bersiv dayinê êrîşek birin li ser çeperên çeteyan. Di vê êrişê de qasî hat zelal kirin 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî hat birîndar kirin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Di dîroka 30.03.2017’an de artêşa Tirk bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Til Xatuniyê yê girêdayî Tirbesipiyê. Piştî bersiv dayina hêzên me li qadê şerekî dem kurt qewimî. 

 Di dîroka 31.03.2017’an saetên pişt nîvro de artêşa Tirk, li gundê Kelhesenakê yê girêdayî Tirbespiyê gundiyên erdê xwe derman dikirin kirin hedef û ew gulêbaran kirin. Di encama gulebarana artêşa Tirk de traktorek gundiya hat derbkirin û zirarê madî çebû. 

Di dîroka 30.03.2017’an saet 11.00an de çeteyên DAIŞ’ê bi moşekên katuşa êrîş birin li ser gundê Alwa yê girêdayî Şedadê.

31.03.2017’an, di saet 11.00’an de jî çeteyên DAIŞ’ê bi topên hewanan êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya rojhilatê Şedadê ya nêzî sînora Iraqê.