YPG’ê nasnameya 5 şervanan eşkere kir

YPG’ê nasnameya 4 şervanên ku di berxwedana Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqayê de û şervanekî ku di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 4 şervanên ku di berxwedana Pêngava Xezeba Fitatê û şervanekî dema li ser erka xwe kirîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest didin, eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şervanên Pêngava Xezeba Firatê ber bi Reqayê ve gav bi gav pêş ve diçin. Pêşengtiya ku şervanên Yekineyên Parastina Gel (YPG) û Yekineyên Parastina Jin (YPJ) ji bo rizgarkirina gelê Reqayê ku çar sal in di bin zilma çeteyên DAIŞ’ê de jiyan dikin, şervanên me bi dil û can li hember çeteyan şerekî dijwar dimeşînin. Ji bo armanc û hedefa ku danîne pêş xwe pêk were şervanên me heta bighîjin asta şehadete de berxwedan û şerê rumetê dimeşînin.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

“Em îro ji şehadeta 5 hevalên xwe ji gelê xwe re radigihînin. 4 hevalên me di Pêngava Xezeba Firatê de piştî şereki dijwar û berxwedanekî bê hempa de şehîd ketine. Hevalê me Rustem Cudî li Dirbêsiyê gundê Şoniyê dema erk û peywira xwe pek dianî, kirîza dil derbas kir û gihişte şehadetê.

Em weke YPG û YPJ, sersaxiyê ji malbatên şehîd û hemû gelên Rojava re dixwazin. Di kesayeta şehidên Pêngava Xezeba Firatê de hemû şehidên xwe bibîrtînin. Ji bo bilidkirina tekoşîna azadiyê em soza xwe careke din nû dikin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Baran Batman

Nav û Paşnav: Sînan Şeker

Navê Dayikê: Necla

Navê Bav: Lokman

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa 09’ê Adara 2017

 *** 

Nasnav: Rustem Cûdî

Nav û Paşnav: Ezîz Emavî

Navê Dayikê: Cîhan

Navê Bav: Nayîf

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Şoniyê /Dirbesiyê-08’ê Adara 2017

***

Nasnav: Serkeft Azad

Nav û Paşnav: Bariş Bağiş

Navê Dayikê: Ayten

Navê Bav: Nûrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa 04’ê Adara 2017

***

Nasnav: Şiyar Wan

Nav û Paşnav: Ekrem Zûngûr

Navê Dayikê: Dilşah

Navê Bav: Bişar

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa 10’ê Adara 2017

 ***

Nasnav: Zaza Amed

Nav û Paşnav: Serdar Karakiş

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Zülküf

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa 08’ê Adara 2017