Yoldaş ê ku polîsan girte ser mala wî, êşkence lê kirin

Li Baglarê polîsan girtibûn ser malekê û kesek kuştibûn. Di vê serdegirtinê de Ahmet Yoldaş jî hatibû destgîrkirin û ji ber ku êşkence li wî kirine, ew rakirine nexweşxaneyê.

Yekîneyên girêdayî Midûriyeta Ewlekariya Amedê, duh di serê sibê de, bi ser mala Ahmet û Bîrsen Yoldaş a li Cadeya Karacadag a girêdayî navçeya Baglarê ya Amedê de girtin. Di serdegirtinê de, welatiyê bi navê Mucahît Yilmaz ê ji navçeya Qosera Mêrdînê hate kuştin, xwedîyên malê Ahmet û Bîrsen Yoldaş jî hatin destgîrkirin.

Cenazeyê Mucahît Yilmaz ê ku hate kuştin li Morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Amedê ye. Hat diyarkirin ku malbata Yilmaz a hat Amedê, diyar kirine ku agahiyên nasnameya kurê wan rast e, lê ji ber ku hîna cenazayê kurê xwe nedîtine, nizanîn bê ka ew e yan na. Hat ragihandin ku ferdên malbata Yilmaz, ji bo teşhîskirina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dane.

Di heman demê de, hat diyarkirin ku Ahmet Yoldaş ê di serdegirtinê de hat destgîrkirin, li Midûriyeta Polîsan a Amedê êşkence lê hatiye kirin. Hat ragihandin ku Yoldaş, ji ber êşkenceya lê hatiye kirin, rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê û tedawiya wî dewam dike. Hevjîna wî Bîrsen Yoldaş jî, hîna li Şaxa TEM’ê ya Amedê tê ragirtin.