Yildirm ê HDP’yî çû gundê ku xaniyên wan hatibûn şewitandin

Alîkarê Hevserokê HDP’ê Nadir Yildirim çû gundê Mollatopuz ê Qerqeliyê ku heftiya bihurî leşkerên Tirk malek şewitandibûn.

Hefteya bihurî li gundê Mollatopuz ê Qerqeliyê leşkerên Tirk mala gundiyê bi navê Îsmaîl Candemîr şewitandibûn. HDP û DBP serdanên xwe yên ji bo gund didomînin.

Îro jî şandeyeke HDP’ê ku Alîkarê Hevserokê HDP’ê Nadîr Yildirim jî di nav wan de bû çûne seriyek dane gundiyê bi navê Îsmaîl Candemîr ku mala wî hatibû şewitandin.

Şandeya HDP’ê li mala ku hatî şewitandin lêkolînek kir û gundiyan re axivî. Alîkarê Hevserokê HDP’ê Nadir Yildirm li vir axaftnek kir û got ji 1990’î ve 4 hezar gund hatine şewitanin û niha ev polîtîka berdewam dike. Yildirim diyar kir ku heta niha ji van polîtîkayan ti encam nehatiye standin û got, ‘’Heta dawiyê em bi gelê Mollatopuz re ne. Em bûyerê dişopînin. Derbarê bûyerê me giştîname da meclîsê. Em dixwazin di cih de berpirs werin kişefkirin.’’

Îsmaîl Candemîr jî ji bo serdana şandeya HDP’ê kêfxweşiya xwe diyar kir.