Di sala 2004'an de, di maça futbolê ya navbera tîma El Cîhad a Qamişloyê û El Futuwe ya Dêra Zorê de, ku li Qamişloyê hat lîstin, bi provokasyona rejîmê re gule li gel hatin reşandin û li stadyûmê 7 Kurdan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber vê yekê, Kurdan li bajarên Rojavayê Kurdistanê, Şam û bajarên din ên Sûriyeyê rabûn serhildanê û bi rojan çalakî lidar xistin. Di serhildanê de ku bi rojan dewam kir, 50 kesî jiyana xwe ji dest dan ku 36 ji wan Kurd in, bi sedan kes jî birîndar bûn û hatin girtin. Li dijî vê komkujiyê, girtin û hevkariya hin partiyên siyasî yên Kurd bi rejîmê re, di Newrozê de bi deh hezaran mirovên ji Qamişloyê daketin qadan, Newroz pîroz kirin û nîşan dan ku kes nikare vîna wan bişikîne.
Yek ji kesên di nava komkujî û serhildana 2004'an de hebû, Arîn Şêxmûz e, ku hingî xwendekarê lîseyê bû. Şêxmûz qala komkujî, serhildan, rola partiyên siyasî û Newroza 2004'an a Qamişloyê kir:
'LI NAVA KOLANAN SIXÊF LI BARZANÎ DIKIRIN'
"Di 12'ê Adarê roja Înê de, wê li bajarê me di navbera tîma futbolê El Cîhad a Qamişlo û tîma El Futuwe ya Dêra Zorê de maç bihata lîstin. Tîma El Futuwe nêzî Baas a Sûriye û Iraqê bû. Me jî xwe amade dikir, ji bo biçin maçê. Alîgirên tîma Futuwe ji Dêra Zor hatibûn. Li cihekî nêzî balafirgeha Qamişloyê dirûşme diqîriyan. Sixêf li Kurdan û li Barzanî dikirin. Wê demê Federasyona Başûrê Kurdistanê nû ava bûbû. Li dijî wê federasyonê dirûşme diqîriyan. Digotin, 'Ev ax ne ya Kurdan e, mîna Sadadm em ê li we bikin'.
Em çûn stadyûmê. Li pêşiya stadê lêgerîn li Kurdan dihat kirin, lê li alîgirên ji Dêra Zor hatibûn nedihat kirin. 6-7 hezar kes hatibûn li maçê temaşe bikin. Di destpêkê de êrîşî tîma futbolê Cîhad kirin. Wezîfedarên rejîmê tenê lê temaşe dikirin, qet dest lê newerdidan. Bi alîgirên Dêra Zor re kevir û kêr hebûn. Piştre êrîşî alîgiran kirin. Tevlîhevî derket, birîndar çêbûn. Hêzên rejîmê hatin. Li alîgirên Kurd ên li stadê reşandin. Li wê derê hin mirovan jiyana xwe ji dest dan. Derî jî girtibûn. Gelek kesî ji bo ji stadyûmê derkevin, xwe ji ser dîwêr avêtin. Ji ber vê yekê jî gelek kes birîndar bûn. Me jî xwe ji ser dîwêr avêtin û em ji stadê derketin.
'REJÎMÊ SAZIYÊN DEWLETÊ VALA KIR'
Şerê li vir qewimî, li derve jî dewam kir û li derdorê berbelav bû. Li derve, hêzên rejîmê û alîgirên nîjadperest ên ji Dêra Zor hatî, êrîşî gel dikirin. Heta saet 01:30 ê şevê êrîş kirin. Ez wê rojê, heta saet 1'ê şevê li taxa Siyahî asê mam. Ji ber ku rê girtibûn. Kî didît li wan didan û şehîd dixistin. Ya jî digirtin. Roj bi vî rengî dewam kir.
Roja 13'ê Adarê li Qamişloyê serhildaneke gelekî mezin rû da. Gel li ber Mizgefta Qasimloyê li hev civiya û dest bi meşê kir. Bi sed hezaran kes tevlî vê serhildanê bûn. Gel ji Amûdê û Tirbespiyê jî berê xwe dabû Qamişlo ji bo tevlî serhildanê bibe. Lê belê ji ber ku rejîmê rê girtibû, gelekan ji neçarî bi peyatî xwe gihandin Qamişloyê. Ji ber serhildaneke bi vî rengî ya gel, rejîmê saziyên dewletê vala kir û reviya.
'BI SED HEZARAN KES RABÛN SERHILDANÊ'
Dema ku me xwe gihand bûlwara Arîf, rejîmê gule li me reşand. Piştre nûnerên partiyên nêzî PDK'ê, ku niha di bin sîwana ENKS'ê de ne, cenaze li erdê hiştin û reviyan. Halbûkî di serhildana 13'ê Adarê de li pêşiya gel dimeşiyan û nîşan didan ku ew pêşengiyê dikin. Digotin ku ew pêşengê Kurdan e, lê belê gava fîşek teqiya, hemû reviyan. Li pişt xwe jî nenêrîn bê kî ma ye. Gel bi serhildanê cenazeyên xwe rakir goristanê û spart axê. Wê şevê 500-60 hezar mirov li Qamişloyê rabûbûn serhildanê. Nîjadperestên ku tevî rejîmê tevdigeriyan, êrîşî saziyên dewletê dikirin, pere didizîn û dixistin stuyê Kurdan. Me dibihîst ku li bajarên din jî gel rabûye serhildanê. Rejîm ji Amûdê û Tirbespiyê reviya bû.
'LI MALA HEMÎDÊ HAC DERWÎŞ CIVÎN HAT KIRIN'
Wê şevê partiyên Kurd li mala Hemîdê Hac Derwîş civîn lidar xistin. Bavê min jî wê çaxê endamê PYD'ê bû, salek di ser damezrandina wê re derbas bûbû. Ew jî tevlî wê civînê bûbû. Dema vegeriya malê ji me re qala her tiştî kir. Hin partiyên wê çaxê nêzî PDK'ê bûn û hin partiyên bi PDK'ê ve girêdayî bûn digotin, 'Em serhildanan bisekinînin. Gelê me tê kuştin'. Min ji bavê xwe bihîst; Heyeta PYD'ê ya tevlî wê civînê bû 4 kes bû. Bavê min got, 'Me ev qebûl nekir, me got em ê dewam bikin. Me ewqas şehîd dan. Bi sed hezaran kes rabûne serhildanê'. Yek ji endamên heyeta PYD'ê ku di wê civînê de amade bû, Şehîd Îsa Huso bû, kurê wî Orhan Huso di 3'ê Adarê de di êrîşa çeteyên PDK'ê de li Şengalê Şehîd bû.
'BI REJÎMÊ RE DEST BI REŞKIRINA SERHILDANÊ KIRIN'
Roja 14'ê Adarê, hin partiyên siyasî yên piştre tevlî ENKS'ê bûn, li Balafirgeha Qamişloyê hevdîtinek bi rayedarên rejîmê re kirin. Ji xwe wê şevê birayê Beşar Esad Maher Esad hatibû Qamişloyê. Piştî vê civînê, belavokeke fermî weşandin. Me hemûyan ev belavok dîtin. Di belavokê de digotin, divê êdî serhildan bên sekinandin. Digotin, ku ev ne serhildan e, ji aliyê kesên ji derve ve hatine ji bo xerakirina yekîtiyê hatiye kirin û hewl didan PYD'ê sûcdar bikin.
Partiyên nêzî PYD'ê di roja destpêkê de tevlî serhildanê de bûbûn û digotin, ku ew pêşengiyê ji serhildanê re dikin. Lê belê piştî ku bi rejîmê re li hev kirin, destê xwe ji serhildanê vekişandin. Beşar Esad wê çaxê daxuyaniyek da û mîna wan, işaret bi Tevgera Azadiyê ya Kurd û PYD'ê kir û digot, ku serhildan ji aliyê kesên ji derve ve hatine ji bo xerakirina yekîtî û hevgirtina Sûriyeyê hatiye kirin. Yanî partiyên Kurd ên wê demê û rejîmê, serhildanên 12'ê Adarê weke 'karekî cihêkar ê ji bo xerakirina hevgirtin û yekîtiya Sûriyeyê' îlan kirin. Wekî din, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya bi pêşengiya Barzanî jî daxuyaniyeke fermî weşand û ragihand, bûyerên li Qamişoyê karên navxweyî yên Sûriyeyê û wan eleqedar nake.
Êdî piştî roja 3. bi pêşengiya PYD'ê serhildanên biçûk pêk hatin û gel piştgirî da PYD'ê. Lê belê her kesî digot, partiyên din serhildana Kurdan firotine. Serhildanên biçûk dibûn, lê rejîmê hîn bêhtir hêz ji Şamê dişand. Piştî roja 3. li Kantona Cizîrê serhildan sekinî. Lê li Efrîn û Helebê serhildanan dewam dikirin. Li wê derê jî gel bi girseyî rabû serhildanê, lê rejîmê li wir jî êrîş kiribû. Gel di wê demê de rastiya partiyên nêzî PDK'ê nas kir.
'DIGEL HEMÛ ZEXTAN ME BI 20 HEZAR KESAN NEWROZ PÎROZ KIR'
Piştî sekinandina serhildanan, di pîrozkirina Newrozê de jî rewşên wekî vê rû dan. Wê çaxê hin partiyên bi PDK’ê girêdayî gotin 'Em Newrozê pîroz nakin', hinek jê jî di Newrozê de bi girseya xwe çûn seyranê. Gelê ku di pêşengtiya PYD’ê xwe bi rêxistin kiribûn jî, ligel hemû zextên pergalê yên piştî serhildanê, li taxa Hilêliyê bi awayekî girseyî Newroz pîroz kir. Ez bi xwe jî li wê Newrozê bûm û hemû endamên malbata min jî beşdarî Newrozê bûbûn. Nêzî 20 hezar mirov Newroz wekî serhildanekê pîroz dikirin. Ligel zextên rejîmê û partiyên PDK'ê Newroz firotin jî, di Newrozê de me sloganên azadiyê berz dikirin. Wê rojê me her tişt dabû ber çavên xwe û wisa em beşdarî Newrozê bûbûn û a rast me îradeya xwe derxistibû holê.
Rejîmê mudaxeleyî Newrozê nekir. Lê piştî ku pîrozbahî qediya, rejîmê kolan bi kolan, mal bi mal operasyon pêk anî û gelek kes girt ên ku beşdarî Newrozê bûbûn.
'REJÎMÊ ZEXTÊN XWE ZÊDE KIR'
Di serê meha Nîsanê de bajar piçekî guherî û dibistan hatin vekirin. Lê zexta rejîmê zêdetir bûbû. Polîsên rejîmê li dora dibistanê bûn. Min jî dest bi dibistanê kir. Dema ku ez ji dibistanê derketim, bi hinceta ku ez beşdarî serhildana 12'ê Adarê bûme û min wêneyê Hafiz Esad şewitandiye, ez hatim girtin. A rast kesên ku ev wêne şewitandin, alîgirên rejîmê yên şovenîst bûn. Tiştên wisa kiribûn û avêtibûn ser me. 3 rojan bê navber li me dan. Hin hevalên min birin Şamê. Piştî 3 rojan ez berdam. Min ji bavê xwe bihîst, ji bo ku min berdin, bavê min pereyekî zêde daye wan.
Rejîmê wê çaxê li hemberî PYD'ê zexteke mezin ava kir. Di pêvajoya serhildan û piştî wê gelek PYD’yî hatin girtin û îşkence kirin. Gelek endamên PYD’ê di zindanên rejîmê de, bi îşkenceyê şehît bûn. Hinek jê heta Şoreşa Rojava di zindanê de bûn. Hin endamên PYD'ê yên ku wê çaxê hatin girtin, hê jî aqûbeta wan ne diyar e. Zext her ku diçû zêde dibû. Piştî Nîsana 2004'an dest pê kirin ku kadroyên PYD'ê teslîmî Tirkiyeyê bikin.
'WÊ ÇAXÊ ALÎGIRÊN REJÎMÊ BÛN, NIHA JÎ YÊN ERDOGAN IN'
Dema em helwesta li hin partiyên nêzî PDK û yên girêdayî wê dinihêrin, piştî Şoreşa Rojava jî helwesta wan ev bû. Wê çaxê serhildan dan sekinandin, Tevgera Azadiyê ya Kurdan tawanbar kirin û bûn hevalê rejîmê. Niha jî wisa ye. Wê çaxê bûn alîgirên rejîmê, niha jî bi kesên girêdayî Tirkiyeyê re yên ku qaşo şoreşger in, li hemberî Şoreşa Rojava derdikevin. Ne bi tenê di warê siyasî de, di warê leşkerî de jî ev wisa ye. Kesên di tevgera dagirkirinê ya bi navê 'Mertala Firatê'de, ligel Tirkiyeyê kî ne? Di nav wan de komên girêdayî ENKS’ê jî hene. Tabûrên Azadî û Selahattîn ma ne ev in? Niha ev kes êrîşî Efrîn, Şêx Meqsûd, Minbicê dikin. Qala rejîmê dikin lê hevalê dijberê Kurdan in. Ji sala 2004'an û vir ve 13 sal derbas bûn lê heman helwesta xwe didomînin. Dîrok di kesayetiya wan de dubare dibe."