Yekîtiya Hêzê êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kir.

Yekîtiya Hêza Demokratîk di daxuyaniya niviskî de gotina berê ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp hate bibîrxistin, ku gotibû, ''Mexmûr pir girîng e. Ji ber ku navenda xayinên dabeşkerên welêt e'' û hate gotin, ''Erdogan bi van gotinan ambargo û êrîşên xwe yên li ser Mexmûrê didomîne.''

Yekîtiya Hêza Demokratîk bi bîr xist ku Mexmûr di bin kontrola NY'yê de, di serî de NY bêdengiya saziyên navnetewî tê maneya destûrdana vê komkujiyê. Yekîtiya Hêzê bêdengiya saziyên navnetewî ya li bara êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir û xwest ku bi lezginî tevdîr werin standin.

Yekîtiya  Hêza Demokratîk a Ewropayê di daxuyaniyê de got, ''Em êrîşên leşkerî yên faşîst ên dewleta Tirk careke dî şermezar dikin'' û bang li gel û raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî van êrîşan dengê xwe rakin.