Yekîneya Tolhildanê li Wanê rêze çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li Wanê li dijî polîs û hevkaran rêze çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li Wanê li dijî hevkar û hêzên dewletê çalakî kirin.

Yekîneyê li ser çalakiyan ev agah parve kir:

“24’ê Tîrmehê li ser rêya Kûrtûlûş a Rêya Ermûş a Wanê li dijî wesayîta Ûral a dewriye digeriya bi bombeyeke destan çalakiyek kirin. Di encama çalakiyê de camên wesayîtê şikestin û ji tirsa dijmin ji qadê reviya.

25’ê Tîrmehê li Taxa Îskele ya Tûşba ya Wanê wesayîteke ya polîsan ji aliyê me ve hatiye şewitandin û îmahakirin.

25’ê Tîrmehê li Şemsiyebey a Tûşbayê trafoya elektirîkê hatiye şewitandin û îmahkirin.

26’ê Tîrmehê li Taxa Stasyonê ya Tûşba ya Wanê li dijî stasyona trenê çalakiyeke ya sabotajê hatiye kirin. Di encama çalakiyê de vagonek û tiştên li hundirê wê şewitiye û bêkerê bûye, dîsa heman şevê yekîneyên me yên xweparastinê ziyan dane beşek ji rayên trenê.

26’ê Tîrmehê li gelek taxên Wanê yekîneyên me yên xweparastinê nivîsên tolhildanê li ser dîwaran nivîsandine.”

Di dewama daxuyaniyê de Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed banga têkoşînê li her kesê kir û got: “Çi zû çi jî direng yên xwe weke li gel partiyê didin nîşandan û her demê nakokiyan dike bi gotinên vala û nerast dike, navê partiyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û hevkarên ji aliyê me ve bên tesbîtkirin, eger ku li ser ya xwe bidomînin û bê tesbîtkirin wê bên tehşîrkirin û cezakirin.”