Yekîneya Tolhildanê li Nisêbînê çalakiyek kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn li dijî kargeheke ku bi artêşa Tirk a dagirker re dixebite çalakiyek kir.

Daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê wiha ye

''Endamên me yên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî 14'ê Adarê saet 22.00'an li Nisêbînê, li dijî kargeha bi navê Kaya Tavukçuluk a li pêşberî Mizgefata Qijlê, ku bi artêşa Tirk re dixebite, çalakiyeke bi bombeya destan pêk anîne. Di encama çalakiyê de ziyan gihaye kargehê.

Xwediyê vê kargehê malzemeyan ji bo artêşa Tirk a dagirker dabîne dike û  difiroşe wan. Zû yan dereng e mê hesab ji wan hemû nokeran bixwazin ku bi artêşa Tirk a dagirker û kujerê Kurdan re dixebitin. Em cara dawî nokerên li Nisêbînê û herêmê hişyar dikin: An wê dev ji îxaneta li gelê Kurdistanê biqerin an jî wê bibin hedefa çalakiyên me yên tolhildanê.''