BI DÎMEN

YCWK’ê li dijî qereqolê çalakî lidar xist!

Yekîneyên YCWK’ê li navçeya Geverê ya Colemêrg bi molotof û teqemeniyên bi destçêkirî li dijî qereqolê çalakî lidar xist.

ÇALAKIYA YCWK'Ê

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK), derbarê çalakiya ku pêk anîne de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya YCWK’ê de ev tişt hatin gotin, “Di çarçoveya pêngava "Em bi Têkoşînê re bibin yek, Bi Rêber Apo re Azad Bibin" de yekîneyên me êvara 1'ê Kanûnê li hemberî qereqola li Geverê çalakiyek li dar xist. Trafo û kulubeyên girêdayî qereqolê di encama çalakiya bi molotof û teqemeniyên bi destçêkirî ji xizmetê derketin. Yekîneyên me piştî çalakiyê bi fîşekên hewayî û molotofkokteylan bersiv dan maşînên zirxî yên polîsan. Ev çalakî bi armanca piştgiriya bi berxwedana Rojava re pêk hat.

Di pêşengtiya hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz de divê gelê me nirxên têkoşînê biparêze. Yê bi ser bikeve wê şerê gel ê şoreşgerî be."