YBŞ'ê Mam Beşîr bi bîr anî

Fermandariya YBŞ'ê bal kişand ser ked û xizmeta Hasan Dûtar a li Şengalê û ev peyam da: "Em YBŞ-YJŞ ji bo Mam Beşîr dibêjin, eger jiyanek hebe ew jî wê bi wateya têkoşîn û bîranînên wan, jiyaneke azad be."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi daxuyaniyekê Hasan Dûtar (Mam Beşîr) bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê dema dîrokî û pêvajoya hesas de ji herdemê zêdetir pêwîstiya Şengalê bi kedkar û pêşengê mezin Mam Beşîr hebû. Lê mixabin roja 14'ê Kanûnê ser sibehê xebera şehadeta Mam Beşîr ji me re hat. Em di şexsê şoreşgerê mezin Mam Beşîr de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîrtînîn."

Fermandariyê diyar kir ku wan soz dane Mam Zekî, Zerdeşt, Berxwedan, Brûsk, Berîvan û Arînan û di şexsê şehîd Mam Beşîr de heman soz, biryardariya xwe dubare dikin.

Di daxuyaniyê de kesayeta şoreşger a Mam Beşîr bi berfirehî hate vegotin û işaret bi ked û xizmeta wî ya li Şengalê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo mezinkirina YBŞ-YJŞ heyanî kêliya dawî ya jiyana xwe xizmet kir. Em YBŞ-YJŞ minetdarê şehîd Mam Beşîrin. Ji bo em doza wan di rêya rast de bimeşînin, hêvî û xeyalên hevalên xwe yên şehîd; di şexsê Şehîd Berxwedan, Bawer, Şengal, Hejar, Rojhilat, Çiya, Berîvan, Arîn, Gûlçîn, Nûjiyan, Ezda, Dilgeş, Nûrhak, Agir, Zerdeşt, Hemîd û Êzdînan de, bi teybet herdû Mamên xwe stûna civaka me Mam Zekî, hevrê, pêşeng û şoreşgerê xwe Mam Beşîr re em soza mezinkirina têkoşînê û di rêya Êzîdxaneke azad em bişopînin û em bigîhînin serketinê. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe kar bikin, têbikoşin."

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir, ku weke fedayiyên gelê xwe, şagirtên Mamên xwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe li ser şopa Mam Beşîr û Mam Zekî bin û wiha dewam kir: "Keda Mam Beşîr, evîna wî ya azadiya welat, vîndarî û berxwedêriya wî wê her tim ji bo me bibe tîrêj û wateya têkoşîna jiyana azad."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Em YBŞ-YJŞ ji bo Mam Beşîr dibêjin, eger jiyanek hebe ew jî wê bi wateya têkoşîn û bîranînên wan, jiyaneke azad be.

Li ser vî esasî di serî de em ji Rêber Apo, malbata me ya hêja malbata şehîd Mam Beşîr, gelê xwe yê welatparêz û hemû dost û hevrêyên xwe re sersaxiyê dixwazin."